'Divê em xwedî li siberojê derkevin'

  • 09:03 5 Cotmeh 2019
  • Rojane
Ronîda Hacî-Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Endama Rêveberiya Dibistanan a Bajarê Hesekê Şêrîn Ehmed diyar kir ku zindîkirina çanda xwendinê civakê pêş dixe û got: "Divê em xwedî li siberojê derkevin."
 
Belavkirina çanda xwendinê di nava civakan de pir kêm e. Ji ber ku gelek sîstem di perwerdeyên dibistanên xwe de zanebûnê esas nagirin. Loma xwendekar tenê  ezber dike û di ezmûnan de piştî ku bi ser dikevin ku carinan gelek xwendekar bi ser jî nakevin piştî qedandina dibistan û zanîngehan, pirtûkan diavêjin û her tiştekî pê ve girêdayî ji bîr dikin. Ev jî dibe sedem ku civak pêş nakeve. Têkildarî mijarê Rêveberiya Dibistanan a Bajarê Hesekê Şêrîn Ehmed ji ajansa me re nirxandin kir.
 
'Xwendin mirovan zindî dike'
 
Şêrînê bal kişand  ser Sîstema Perwerdeyê ya Rêjîmê ku tenê ezberkirin esas digire û got: "Di sîstema perwerdehî ya Rêjîmê de tenê ezberkirin esas tê girtin, lewma mirov di riya vê sîstemê de tenê biserketina ezmûnan esas digire ji bo ku bibe mamoste û pereyên xwe bigre da ku debara mala xwe bike. Sîstema ezberkirinê mirovan pêş naxe. Lewma îro civak dûrî çanda xwendinê ketine û mêjiyê xwe tenê di qalib de hiştine."
 
'Zanebûn ji bo hêzên desthildar xetere ye'
 
Şêrînê di dewama axaftina xwe de wiha got: "Hêzên desthilatdar bi hemû hêzên xwe êrîşî çanda civakê dikin û bi riya kapitalîzmê  dûrî çanda xwendinê dibin û hewl didin ku wan dûrî welat bixin. Di nava pirtûkan de xalên girîng ên zanebûnê û avakirina fikir, firehiya mêjî heye. Dîroka rast a civakan û têkoşîna wan a bi salan di nava van pirtûkan de tê zanîn û şîrovekirin. Lewma hêzên desthiltdar dixwazin bala ciwanan ji xwendina pirtûkan dûr bixînin û bi rêya  rêzefilmên Tirk û Hindî , Înternetê mijûl dikin da ku civakbûyînê ji hev bixin."
 
'Xwendina pirtûkan seknek giran û xweşik di kesayeta mirovan ava dike'
 
Şêrînê da zanîn ku mirovê ku dema xwe bi xwendinê re derbas dike xwedî seknek giran û xweşik tê nîşandan û wiha domand: "Xwendina pirtûkan mirovan zane dike, rêka rast ji ya şaş nas dike û dikare bibe bersiv ji pirsgirêkên ku dijî. Xwendina pirtûkan seknek baş û xweşik di kesayeta  mirovan de ava dike. Ji bo pêşketina welat û biserxistina Şoreşa Rojava pêwistî bi zanistê heye, zanist jî di riya pirtûkan li pêş dikeve."
 
'Rêgezê li dijî dijmin bi xwendina pirtûkan tê afirandin'
 
Şêrînê anî ziman, bi xwendinê divê mirov di destpêkê de xwe ,piştre jî dijminê xwe baş binase û wiha dewam kir: "Em wekî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo welatê xwe diparêzin beriya her tiştî divê em bixwînin, hîn bibin, xwedî li dîrok, çand û zimanê xwe derkevin . Eger mirov bi rêbazên dijmin nizanibe, mirov nikare têkoşîna şoreşê li dijî dijmin bimeşîne."
 
'Riya serkeftin û têkoşînê xwendin e'
 
Şêrînê di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Divê em xwedî li siberoja xwe derkevin û bi taybet zarokên me pirtûkên bi Kurdî bixwînin.”