'Em di kampan de jiyanek komînal û xweş bi hev re derbas dikin'

  • 09:01 5 Cotmeh 2019
  • Rojane
Tolîn Muhemed
 
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên li kampa Berxwedan a Kantona Şehbayê dijîn, li ser çalakiyên ku bi awayekî komînal tên lidarxistin  axivîn û wiha gotin: "Em di kampê de jiyanek komînal û xweş derbas dikin, em nahêlin dijmin gelê Efrînê ji hev qut bike û destê me ji hev qut bike."
 
Şêniyên Efrînê yên li kampa Berxwedan bi cih bûne, ji ber ku di her konekî de televizyon nayê peydakirin, gel bi hev re berê xwe didin parka kampê ji bo temaşekirina televizyonê û mêzekirina nûçeyan ji bo rewşa heyî ya ku diqewime. Têkildarî vê mijarê jinên ku beşdarî temaşekirina televizyonê dibin nêrînên xwe bi me re parve kirin.
 
'Em jiyanek xweş û komînal bi hev re derbas dikin'
 
Wecîhe Hisên a ji Navçeya Mabeta ya Efrînê ye û li kampa Berxwedan a Şehbayê bi cih bûye, di derbara temaşekirina televîzyonê de axivî û got: "Em di kampê de hemû şêniyên Efrînê, jiyanek komînal û xweş bi hev re derbas dikin û alîkariya hev dikin, rojane gel berê xwe dide parka Kampê ji bo temaşekirina nûçeyan."
 
‘Em di bin konan de berxwedana xwe ji bo vegera Efrînê didomînin’
 
Cinet Şêxo jî axivî û got: "Em di bin konan de berxwedana xwe ji bo vegera Efrînê didomînin, di bin çadiran de televiziyon nayê peydakirin, ji ber vê yekê em berê xwe didin parka Kampê ji bo temaşekirina televîzyonê. Em gelê Efrînê çanda xwe ji bîr nakin her tim li hev kom dibin û jiyana xwe didomînin, em ê li Şehbayê bijîn ji ber ku bêhna Efrînê jê tê."
 
'Em nahêlin dijmin gelê kurd tune bike'
 
Emîne Muhemed qala berxwedana Gelê Kurd ji dîrokê, heta roja îro kir û wiha pê de çû: "Em gelê Efrînê dev ji çanda xwe nahêlin û berxwedan wê her dem bidome heta em digihêjin serkeftinê. Em di bin konan de  jiyanek komînal û wekhev dijîn. Em çalakiyên cur be cur bi hev re dijîn. Em nahêlin dijmin me ji hev dûr bixe û me tune bike."