Nobeta Demokrasiyê ya Amedê di roja 47’an de dewam dike
- 15:50 4 Cotmeh 2019
- Rojane
AMED - Di çalakiya nobeta demokrasiyê ya li Amedê ya ku li dijî tayinkirina qeyûman hat destpêkirin de Sekretera Egitim Senê Derya Yulcu got:”Divê AKP biqede û biçe. Ji bo em vê yekê bi têkoşîna xwe pêk bînin îro em li qadan e.”
Bi biryara Wezareta Karê Hundur qeyûm tayînî şaredariyên bajarên Amed, Mêrdînû Wanê bûn. Nobeta Demokrasiyê ya ku li dijî tayinkirina qeyûman hat destpêkirin li Amedê di roja xwe ya 47’emîn de didome. Parlamenterên HDP’ê, Meclîsa Jinê ya HDP’ê, Meclîsa Ciwanan a HDP’ê, EndamênMeclîsa Dayikên Aştiyê, Aktivîstên TJA’yê û gelek kes beşdarî çalakiya nobeta demokrasiyê ya Kolana Lîseyê pêk hat bûn. Endamên Egitim Senê jî piştgirî dan çalakiyê.
Di çalakiya nobeta ku bi stran û dirûşman dest pê kir de daxuyanî hat dayin. Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen Uyanik axivî û got:”Do tevî biryara tehliyekirinê Sirri Sureya Onder nehat tehliyekirin. Divê dawî li vê bêhiqûqiyê were. Divê têkoşîna ji bo demokrasiyê derkeve pêş.”
Sedat Dogan ê ku li ser navê partiyên Kurd daxuyanî da wiha got:”Ev 47 roj in ji bo heq û edaletê em li vir in. Dema em li dîroka xwe dinêrin ev 100 sali in ev polîtikayên qeyûm her dewam dikin.”
‘Dawiya AKP’ê hatiye’
Sekretera Egitim Senê Derya Yulcu:”AKP ne li hundur ne jî li derve nikare tu polîtikayê bide meşandin. Em mafê xwe yê ji bo çalakiya demokratîk pêk tînin. Divê AKP biqede û biçe. Ji bo em vê yekê bi têkoşîna xwe pêk bînin îro em li qadan e. Dawiya AKP’ê hatiye.”
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê bi dawî bû.