Li Hewlêrê malbatek Kobanî hat qetilkirin

  • 14:48 4 Cotmeh 2019
  • Rojane
NAVENDA NUÇEYAN - Li gundekî Hewlêrê malbateke penaberên Kobanê ku ji 5 kesan pêk tê, hemû hatin kuştin.
 
Şevê din saet derdora 00.00’an de li gundê Pîrreşê yê girêdayî parêzgeha Hewlêrê komkujî pêk hat. Malbateke penaberên bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê ku ji 5 kesan (dê, bav û zarok) pêk tê, rastî êrîşekê hat. Li gorî nûçeya Ajansa Rojnewsê di êrîşê de endamên malbatê bi tevahî hatin kuştin. Piştî hêzên ewlekariyê yên Hewlêrê gihîştin cihê bûyerê, cenaze veguhestin Tiba Edlî, derbarê bûyerê de lêkolîn hat destpêkirin. Ajansa Rojnews, ji bo ku der barê bûyerê de zêdetirîn zanyariyan bigirin, xwest li Rêveberiya Polîsên Hewlêrê bigerin, lê bersiv nedan.