Li Nisêbînê jin hatin gel hevdu
- 13:42 4 Cotmeh 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Li Nisêbînê jin bi dirûşma “Em destkeftiyên xwe diparêzin” di taştiya ku ji aliyê TJA û Meclîsa Jinê ya HDP’ê hat organîzekirin hatin gel hevdu. Hevseroka Şaredariya Nisêbînê Semire Nergiz berî taştiyê axivî û got:”Li kuçe, park û darazê li dijî jinê her dem zextên mezin hene. Lê li dijî van zextan têkoşîna jinê her dem didome.”
Li Nisêbînê jin bi dirûşma “Em destkeftiyên xwe diparêzin” di taştiya ku ji aliyê TJA û Meclîsa Jinê ya HDP’ê hat organîzekirin hatin gel hevdu. Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar, Ebru Gunay, Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Figen Altindag, Hevseroka Şaredariya Nisêbînê Semire Nergiz beşdarî hevdîtina li ser taştê bûn. Li cihê hevdîtina li ser taştê pankartên “Cinayetên jinan polîtik e”,”Ew ê têkoşîna me jinan bidome”,”Em daxistina tahrike ya neheq qebûl nakin” hatin aliqandin.
‘Ji bo em têkoşîna xwe ya jinê xurt bikin em li vir in’
Hevseroka Nisêbînê Semire Nergiz axivî û got:” Li kuçe, park û darazê li dijî jinê her dem zextên mezin hene. Lê li dijî van zextan têkoşîna jinê her dem didome. Ji bo em têkoşîna xwe ya jinê xurt bikin em li vir in. Em ê li dijî hemû neheqiyan heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin. “
‘Dixwazin tenê bi biryara mêrekî hemû tiştî bikin’
Piştre Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar axivî. Pero wiha got:”Ji bo azadî û rêxistinbûyina xwe rabin ser piyan. Em zextên li dijî jinan û polîtikayên li dijî jinan qebûl nakin. Hevserokên me di encama dengan de hatin hilbijartin. Ew îradeya vî gelî ne. Ji bo hevserokatiyê jinan têkoşînek mezin dan. Dibêjin hemû biryaran tenê mêrekê bide. Lê em vê yekê qebûl nakin. Ew ê têkoşîna me ya li dijî neheqiyan bidome.”
Hevdîtina jinan piştî axaftinan bi sohbeta ku hat kirin bi dawî bû.