Nivîskar û Helbestkarên Kurd li Amedê civiyan
- 12:19 4 Cotmeh 2019
- Rojane
AMED - Nivîskar û Helbestkarên Kurd di bernameya xwarinê ya PEN'a Kurd de civîyan û demeke dirêj bi hev re derbas kirin.
Li ser daxwaz û pêşniyaza Navenda Pena Kurd, Şaredariya Yenîşehîrê duh êvarî ji bo Nivîskar û Helbestkarên Kurd bernameyeke xwarinê li dar xist. Bi dehan nivîskar û helbestvanên kurd ên li herêmê tevlî bernameya ku li Mekan Beyrûtê hat lidarxistin bûn û bi minasebeta xwarinê demeke dirêj bi hev re derbas kirin. Piştî xwarinê jî nivîskar û helbestvanan di çarçoveya bernameyê de li ser gelek mijaran di navbera xwe de nîqaş kirin.
Nivîskar Mehmet Çakmak axaftina destpêkirina bernameyê kir û ev tişt got: "Ji bo em bên gel hev derfet pir kêm in. Lê salê carek be jî em wisa bên ba hev cihê kêfxweşiyê ye."
Piştî Çakmak bi dorê Hevşaredara Yenîşehîrê Belgîn Dîken, Hevserokê Pena Kurd Samî Tan û folklorîst û dîroknas Celîlê Celîl axaftin kirin û girîngiya lidarxistina bernameyê anîn ziman. Belgîn Dîken diyar kir ku nivîskarên kurd bi pênûsa xwe çand û zimanê me nîşanî dilê gel didin û wiha got: "Hûn bi pênûsa ku girtiye destê xwe li cem yekitî û têkoşîna gelê kurd cih girtiye."
Piştî axaftinan hevdîtin bi xwendina helbestan bi dawî bû.