‘Em vê ferasetê qebûl nakin’

  • 09:48 4 Cotmeh 2019
  • Rojane
MERSÎN - Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê ku piranî jê AKP û MHP’î ne, pêşniyara Jinên endamên Platforma Jinên Mersînê ya bila Serokatiya Daîreya Jinan ava bibe, bi gotina ‘Bêyî zarok û malbat jin kêfxweş nabin’ red kirin. Ji Tora Parastina Jinan Çîgdem Serîn mijar nirxand û wiha got: “Pewyira rêveberiyên herêmî ne parastina malbatê ye, peywira wan ev e ku bi feraseta ku Peymana Stenbolê esas digire, polîtîkayek bajar a wekheviya zayenda civakî pêk tîne û jinan ji şîdetê diparêze, derxîne.”
 
Platforma Jinan a Mersînê di rojên borî de di çarçoveya ‘polîtîkayên bajar a di esasa wekheviya zayenda civakî de’ ji Şaredariya Bajarê Mezin a Mersîn û Şaredariya navçeya Yenîşehîrê xwest ku Serokatiya Jin û Zarok ji hev veqete û li şûnê Serokatiya Daîreya Jinan bê avakirin. Lê meclîsa şaredariyê ku piranî ji endamên AKP û MHP’ê pêk dihatin ev daxwaz red kir û got ‘malbat û zarok ji hev veqete jin kêfxweş nabe’ û biryar da ku Serokatiya Malbat û Zarok bê avakirin.
 
Ji Tora Parastina Jinan a Mersînê Çîgdem Serîn biryara Şaredariya Mersînê nirxand û da zanîn ku biryar malbatê pîroz dike û jinê tune dike.
 
‘Der barê jiyana me de êdî neaxivin’
 
Çîgdemê bi lêv kir wan biryara ku endamên meclîsê girtine, ji çapemeniyê fêr kirine û wiha got: “Hinceta endamên meclîsa şaredariyê yên AKP û MHP’î ya ‘bêyî zarok û malbat jin kêfxweş nabin’ hedê xwe derbas kiriye. Jiyan ya me ye. Em dixwazin bi îradeya xwe bijîn. Em biryarên xwe dikarin bidin. Em der barê jiyana xwe de dikarin biryarên xwe bidin. Em bang li kesên ku der barê jiyana me de gotinan dibêjin dikin; Dest ji axaftinên der barê me de berdin. Her ku hun diaxivin, xwişkên we di malbatên ku hûn pîroz dibînin de jiyana xwe ji dest didin.
 
‘Em jiyan û biryarên xwe diparêzin’
 
Çîgdemê daxuyakirin ku israra parastina bekaya malbatê, parastina bekaya desthilatdariyê ye û got desthilatdarî li ser keda jinan xwe heyî dike û vê jî li ser malbatan dixwaze bedena jinê bike bin kontrolê. Çîgdemê wiha berdewam kir: “Peywira rêveberiyên herêmî ne parastina malbatê ye, peywira wan ev e ku bi feraseta ku Peymana Stenbolê esas digire, polîtîkayek bajar ya wekheviya zayenda civakî pêk tîne û jinan ji şîdetê diparêze, derxîne. Jin dixwazin li bajarên wekhev, azad û biewle bijîn. Em li dijî biryarên li ser beden, jiyan û zayendên me, biryar û jiyanên xwe diparêzin.”