Derya Koca: Çapemeniyeke navendî ya ku dengê Nadîrayê bide bihîstin tune ye
- 09:36 4 Cotmeh 2019
- Rojane
Habîbe Eren
ENEQERE - Cîgira Serokatiya Giştî ya SEP’ê Derya Koca diyar kir ku doza Nadîra Kadîrova, der barê rejîmê de gelek tiştî dibêje û wiha got: “Her pirsgirêka ku dîktatoriya yek mêrî derdixe holê, peywira çîmentoya vê avabûnê dibîne. Ew parlamenter jî dizane ku darazek hesab jê bipirse û çapemeniyeke ku dengê Nadîrayê bide bihistin tüne ye.”
Nadîra Kadîrova di 23’ê îlonê de li mala parlamenterê AKP’ê yê Stenbolê Şîrîn Unal hatibû îdiakirin ku întîxar kiriye. Piştî mirina bi guman a Nadîrayê, Midûriyeta Emniyeta Enqereyê got ‘întîxareke bi çekê hatiye kirine’. Piştî bûyerê hevalek Nadîrayê diyar kir ku Nadîrayê berê jê re gotiye ku rastî tacîza parlamenterekî hatiye. Lê dozgeriyê hem ji bo Nadîrayê hem ji bo hevala wê sûcdariya fuhuşê kir.
Ji bo lêpirsînê jî biryara veşariyê hat dayîn û hinek geşedanên hatin jiyîn di rayagiştî de guman ava kir. Gelek kesên ku nexwestin mirina Nadîrayê bê veşartin li ser çapemeniya civakî bi sernavê ‘#ÇibiNadîrayêhat di rojevê de hiştin.
Cigira Serokatiya Giştî ya Partiya Kedkarên Sosyalîst (SEP) Derya Koca der barê mirina biguman a Nadîrayê de axivî.
‘Parlamenter jî dizane ku darazek jê hesab bipirse tüne ye’
Deryayê diyar kir ku desthilatdariya AKP’ê hewl daye bûyera kuştina Rabîa Naz jî bigire û got: “Desthilatdarî li ser çavsoriyek cidî hatiye avakirin. Ji ber têkiliya xurt a desthilatdariyê di navbera çapemenî, daraz û siyasetê ava kiriye tu siyasetmedarekî AKP’ê nayê cezakirin. Her pirsgirêka ku dîktatoriya yek mêrî derdixe holê, peywira çîmentoya vê avabûnê dibîne. Ew parlamenter jî dizane ku darazek hesab jê bipirse û çapemeniyeke ku dengê Nadîrayê bide bihîstin tüne ye. Me ev gelek caran di kuştinên jinan de dîtiye. Her tim xwe dispêrin vê û xwe xilas dikin.”
‘Xwe dispêrin îdeolojiya dijminahiya jinê’
Deryayê doza akademîsyen Ceren Damar a demek berê hat qetilkirinê jî bi bîr xist û wiha pê de çû: “Malbata kujer, ku endamên berê yên emniyetê bûn, bêyî ku şerm bike buxtan kir sitûyê Cerenê. Bi vê heman mekanîzmayê didin meşandin.Dema em îro li bûyera Nadîrayê binêrin, em dibînin ku kujer xwe dispêrin mekanîzma û îdeolojiya dijminahiya jinê ya desthilatdariyê.”
Deryayê bi lêv kir ku hevala Nadîrayê ya ku wek şahida der barê mirina biguman de hatiye guhdarkirin jî bi sûcdariya fûhuşê hatiye sûcdarkirin û wiha got: “Îfadeya Leylayê bi tena serê xwe gumana kuştinê ava dike û divê ev têr bê dîtin û der barê parlamenter de bi lez tiştên pêwist bên kirin. Kesên xwedî pere û hêza siyasî weke ku tiştek nebûye jinek ciwan, bêparastin, koçber û bêkes di tabutekê de dişînin welatê wê û ev jî bûyerek bi xof û der barê rejîmê de jî gelek tiştî vedibêje. Piştî bûyerê, tevî îfadeya Leylayê, îfadeya hevjîna parlamenter û karkerên li malê nehatiye girtin û ev jî gumanên ku sûc tê veşartin xurt dike. Biryara veşariyê ya ji bo dosyayê hatiye dayîn jî ji bo têkiliyên qirêj veşêrin pêk hatiye.”
‘Em ê ji hemû sûcên rejîmê hesab bipirsin’
Deryayê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ji bo xwedî li Nadîrayê bê derketin divê rayagiştiyek cidî bê avakirin û got: “Li vî welatî kesên ji bo rastiyan têdikoşin hene. Tu gumana min tune ku em ê hesabê hemû sûcan ji rejîmê bipirsin. Tenê bila em dengê xwe bilind bikin.”