Şaredariya Yenîşehîrê navenda jiyanê ya jinan ava dike
- 09:33 4 Cotmeh 2019
- Rojane
Şehrîban Aslan
AMED - Şaredariya Yenîşehîrê bi şêniyên taxan re tê cem hev û bi taybet li ser daxwazên jinan xebatê dimeşîne. Hevşaredara Yenîşehîrê Belgîn Laçîn Dîken, da zanîn ku jinan navenda jiyanê xwestine û li ser vê daxwazê dest bi xebatan kirine.
Şaredariya Yenîşehîr a Amedê tax bi tax digere û bi jin û ciwanan re tê cem hev, daxwazên wan guhdar dike. Hevşaredar Belgîn Laçîn Dîken, di rojên borî de li Şehîdlîkê li taxa Hevselê bi jinan re hat cem hev û li ser daxwaza jinan wê cihê ji aliyê qeyûm ve hatiye guhertin a ‘Mala Şînê ya Îyaz Bîn Ganem ‘ bikin navenda jiyana jinê.
‘Qeyûm daxwaz neanîne cih’
Belgînê da zanîn ku qeyûman saziyên jinan, komele û xebatên jinan ji holê rakiriye û her wiha qeyûman avahiyên aydê şaredariyê ji bo cihên cuda ji bo 15-20 salan daye kirê. Belgînê wiha got: “Me di hilbijartinan de şaredarî ji nû ve qezenc kir. Em bi gel re hatin cem hev. Me daxwazên wan guhdar kir. Bi taybet em bi jinan re hatin cem hev. Me dest bi xebatên ji bo jin û ciwanan kir.”
‘Em li ser daxwazan xebatan dimeşînin’
Belgînê destnîşan kir ku di rojên borî de li taxa Hevselê bi jinan re hatine cem hev û wiha dawî lê anî: “Em ê li şûna mala şînê navenda jiyanê ava bikin. Ji bo zarokan em ê kreşê çêbikin. Em ji bo ciwanan dest bi xebatên çandî dikin. Her taxek daxwazên wan cuda ne. Em fikrên wan digirin û xebatan dikin.”