‘Ji mirina Tugçeyê kesên çekdariya şexsî teşwîq dikin berpirs in’

  • 09:29 4 Cotmeh 2019
  • Rojane
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Jinan diyar kirin ku Tugçe Baran di encama teşwîqkirina çekdariya şexsî hatiye qetilkirin û gotin ev raste rast bi polîtîkayên dewletê re eleqeder e û wê têkoşîna jinan pêşî li çekdariya şexsî jî bigire.
 
Tugçe Baran di 29’ê îlonê de li mala wê ya Buca ya Îzmîrê hat qetilkirin û der barê bûyerê de hevalê wê Emre K. hat binçavkirin. Tugçe bi tevlîbûna hezaran jinî hat oxirkirin.
 
‘Polîtîkayên dewletê re eleqer e’
 
Ji Piştevaniya Mor, Julîana Gozen bal kişand ser qetilkirina Tugçeyê û da zanîn ku di encama teşwîqkirina çekdariya şexsî de Tugçe hatiye qetilkirin û berê jî li Pendîk a Stenbolê Helîn Palandoken ji aliyê mêrê bi navê Mustafa Yetkîn ve hatibû qetilkirin. Julîana bi lêv kir ku çekdariya şexsî kuştinên jinan zêde dike û ev jî bi polîtîka dewletê re eleqer e.
 
Julîana daxuyakirin ku jinên li dijî kuştina Tugçeyê bertek nîşan dane, ji aliyê polîsan ve hatine astengkirin û wiha got: “Welat aliyê xwe aşkera nîşan dide. Nûnerê polîtîkayeke ku kuştinên jinan teşwîq dike ye. Em dibînin ku çekdariya şexsî zêde bûye. Têkoşîna jinan dibêje ‘bila dawî li çekdariya şexsî bê anîn’. Sala borî bi awayekî şexsî 200 gule hatine girtin û bi qanûna ku dewlet derdixe re hezar gule dikare bê girtin. Ev jî pêşiya çekdariya şexsî vedike.”
 
Ji Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin û Meclîsa Jinan Funda Ozdemîr jî bi lêv kir ku divê qanûna hejmar a 6284 û peymana Stenbolê bi giştî bê pêkanîn û wiha pê de çû: “Ji bo kuştinên jinan bê rawestandin divê wekheviya zayenda civakî bê qebûlkirin. Dema kuştinên jinan pêk tên divê dewlet bi zimanekî tund rexne bike û cezayê kujeran danexîne. Tehemula me êdî nameye. Em bi hêrs dijîn. Ger wekheviya jin û mêr pêk bê kuştin jî biqedin.”