'Komîteya avakirina destûra Sûriyeyê temsîla îradeya jina azad nake'

  • 09:15 4 Cotmeh 2019
  • Rojane
Ronîda Hacî –Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Hevseroka Bajarê Hesekê Civîn Remo diyar kir ku nebeşdarbûna Rêveberiya Xweser û Jinên Sûriyê di komîteya destûrî de tê wateya ku komîte ji despêkê ve gavek binketî ye .
 
Di 23’ ê Îlonê de sekretêrê giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) Antonio Guterees avakirina komîteya destûrî ya Sûriyeyê ragihand. Li gorî plana NY, divê di komîteya destûrî de 150 endam hebin. 50 endam ji kesên rêjîm hilbijêre, 50 ji opzisyonê û 50 jî ji nûnerên taybet ê NY’ê hilbijêre . Her wiha dê nerînê pispor û nûnerên civaka sivîl li ber çavan bê girtin. Têkîldarî ragihandina avakirina destûrî ya Sûriyeyê Hevseroka Bajarê Hesekê Civîn Remo ji ajansa me re axivî .
 
'Komîteya destûrî ji destpêkê ve gavek binketî ye '
 
Civînê di despêka axaftina xwede got: "Şoreşa Rojava bi Şoreşa jinê tê nasîn, jin  pêşengtî di hemû qadan de kir, di heman demê de terora DAIŞ’ê ku hemû cihan ditirsand bi pêşengtiya jinê têk çû. Ji ber ku gelek fedekarî di rêya tunekirina terora DAIŞ’ê de dan . Divê cihekî gelê kurd di Komîteya destûrî de heba ."
 
'Kesên ku beşdarî destûrê bûne nûnertiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nake'
 
Civînê bal kişand ser redkirina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destûrê re û wiha pê de çû: "Kesên ku îro tevlî komîteya destûrî ya Sûriyeyê bûne nûnertiya îradeya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nakin. Ev destûr rola pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê paşguh kiriye ."
 
 'Planên li dijî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike'
 
Civînê teqez kir ku piştî planên parastina sînor bi bin ket niha planên destûra Sûriyeyê ew ê bin keve û wiha domand: "Parastina sînor li gorî daxwaza dewleta tirk nebû, niha jî dixwaze di komîteya destûra Sûriyê bi bandor be û aloziya ku di hundirîn de dijî veşêre."
 
'Diyalogên Sûrî –Sûrî çareserî ye'
 
Civînê destnîşan kir ku ji bo destûra Sûriyeyê di aliyê hiqûqî de pêk were, divê di navbera rêjîma Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser de lihevkirin çêbibe û destûr bikeve pîvanên qanûnî û wiha dewam kir: "Pirsgirêkên herêmê divê bi diyalogên Sûrî- Sûrî bên çareserkirin."
 
'Komîteya avakirina destûra Sûriyeyê temsîla îradeya jina azad nake'
 
Civînê di dawiya axaftina xwe de got: "Divê di destûra Sûriyeyê de hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bin. Bi vî rengî em wekî jin vê destûrê qebûl nakin ji ber ku tu rengê jinê tê de ne diyar e û temsîlî îradeya jina azad nakin."