'Destûra ku em beşdar nebin em qebûl nakin'
- 16:07 3 Cotmeh 2019
- Rojane
Dilûcan Bozî
KOBANÊ - Jinên Bakur-Rojhilatê Suriyeyê bertekên xwe li hemberî nebeşdarbûna di nava destûrê de nîşan dan û wiha gotin: "Eger Rêveberiya xweser beşdarî destûrê nebe wê demê destûr nayê pejirandin.”
Bi hezaran şêniyên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma "Destûra ku em tê de beşdar nebin, em qebûl nakin" li navçeya Çelebiyê meşeke girseyî li dar xistibûn. Di vê çarçoveyê de jinan bertek û nêrînên parve kirin.
'Tu kes nikare biryaran di derheqê Rêveberiya me de bigire'
Qemer Elî ji bajarê Minbicê ye destnişan kir ku ew ê helwestên xwe li hemberî dewletên navnetewî diyar bikin û wiha got: "Em dixwazin demokrasî belav bibe. Ev destûr a ne demokratîk jî bi destê dewleta Tirk hatiye plankirin, lê îradeya me li hemberî van planan mezin e û em bawerin ku bê ku Rêveberiya xweser beşdarî destûr nebe, wê destûr neyê pejirandin."
'Bêyî Rêveberiya Xweser destûr nayê pejrandin´
Jina ciwan ya bi navê Cîhan Ebas jî axivî û got: "Yek ji van dewletan jî dewleta Tirkiyê ye, dixwaze deskeftiyên me yên bin destê gelan hatiye destxistin, ev destkeftî bi hêsanî nehatiye destxistin. Her dem civîn tê lidarxistin Rêveberiya xweser a demokratîk t nayê beşdarkirin û em vê yekê qebul nakin, lê proja me hemû pêkhateyan di nava xwe de hemêz dike, her kes bi zimanê xwe û bi çanda xwe dijî lê dewlet dixwazin vê yekê binpê bikin. Li hemberî van biryaran em ê têkoşîn û berxwedana xwe berdewam bikin."
'Dewletên ku me qebul nakin em wan ji xwe re nûner nabînin'
Ibtîsam Ibrahîm a ji bajarê Tebqaye axivî û wiha got: "Em destûra kurd tê de cih nagire qebûl nakin. Çima Rêveberiya Xweser di destûrê de nayê qebûlkirin, xwîna van şehîdan li vê axê hat rijanin, em soz didin şehîdên xwe ku em ê tucarî biryarên dewletên li dijî me qebûl nekin û em ê li hemberî van bisekinin û bêdeng nemînin. Ev destûr ne serkeftiye û nayê qebûlkirin."