Nobeta Demokrasiyê ya Amedê di roja 46’an de ye

  • 15:12 3 Cotmeh 2019
  • Rojane
AMED - Nobeta Demokrasiyê ya Amedê ya li dijî tayinkirina qeyûman hatibû destpêkirin, di roja 46’an de dewam kir.
 
Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman ên ser şaredariyên HDP'ê hatin dest pê kirin, di roja 46’an de dewam kir. Nobeta li Amedê li Kolana Lîseyê ya li pêşberî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat lidarxistin. Parlamenterên HDP’ê, Meclîsa Ciwanan a HDP’ê, endamên Meclîsa Jinên Ciwan, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek welatî beşdarî çalakiya nobetê bûn. Ji Stenbolê, Endamên Federasyona Komaleyên Başûrê Rojhilat û Anatoliyayê jî piştgirî dan nobetê.
 
‘Divê em li îradeya xwe xwedî derkevin’
 
Di daxuyaniya li çalakiya nobeta rûniştinê de hat dayin de wiha hat gotin:”Gelê Kurd daxwazên mirovatiyê dikin. Loma em ê li rûmeta xwe xwedî derkevin. Ji bo em serkeftinê bi dest bixin divê em li îradeya xwe xwedî derkevin.”
 
Piştî axaftinê, çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û dawiyê Nobeta Demokrasiyê bi dawî bû.