Li Ozbekistanê ji bo ‘Nadira Kadirova’ kampanya hat destpêkirin
- 13:14 3 Cotmeh 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ozbekistaniyan ji bo Nadira Kadirova ya ku li mala parlamenterê AKP’ê Şirin Unal bi awayekî gumanbar mirî hat dîtin, kampanyaya bila sûcdar bên cezakirin dest pê kirin.
Di 23’ê Îlonê de Nadira Kadirova li mala mala parlamenterê AKP’ê Şirin Unal bi awayekî gumanbar mirî hatibû dîtin. Hatibû diyarkirin ku berî Nadira jiyana xwe ji dest bide gotibû “Ez biaxivim dê qiyamet rabe, ez ê xwe jî vê malê jî bişewitînim’. Ev mijar ketibû roja meclîsê jî. Li ser vê yekê gotina emniyetê ya ‘intixar kiriye’ bûbû sedema nîşandana bertekan.
Ozbekistaniyan li ser medyaya civakî dest bi kampanyaya bila sûcdar bên cezakirin, kirin.