Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

  • 12:23 3 Cotmeh 2019
  • Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku herî dawî di 7'ê Tebaxê de pê re hevdîtin pêk anîbûn, ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin, cara 14'an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
 
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tipa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtiye, Mazlûm Dînç, Newroz Ûysal, Cengîz Yureklî û Faîk Ozgur Erol ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin, cara 14'an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
 
Abdullah Ocalan, piştî 8 salan di 2'ê Gulanê, 22'ê Gulanê, 12'ê Hezîranê, 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxê de bi parêzerên xwe Rezan Sarica û Newroz Ûysal re hevdîtin pêk anîbû.
 
 Ji 7'ê Tebaxê ve destûr nayê dayîn ku parêzerên Abdullah Ocalan pê re hevdîtin pêk bînin.