Salnameya çalakiyan a li dijî qeyûman hat amadekirin

  • 12:09 3 Cotmeh 2019
  • Rojane
ENQERE - Navenda Koordînasyona Krîzê ya li dijî Qeyûman a HDP’ê, wê li dijî tayînkirina qeyûman heya 19’ê Cotmehê, dest bi çalakiyên demokratîk ên bênavber û bêdem bike. HDP di vê çarçoveyê de wê li dijî qeyûman li 7 navendan hevîtinên gel ên bi girseyî li dar bixe. 
 
Navenda Koordînasyona Krîzê ya li dijî Qeyûman a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), duhcivîya. 2 meh bi ser tayînkirina qeyûman re derbas bû. Koordînasyonê di vê çarçoveyê de biryar girt ku heya 19’ê Cotmehê bênavber û bêdem bertekên xwe yên demokratîk li dar bixe. Ev biryarên koordînasyonê ji aliyê Desteya Rêveber a Navendî (MYK) yê ve jî hat erêkirin û bernaya gelek çalakiyan hat lidarxistin. 
 
Di vê çarçoveyê de li herêmancivînên gel bên li darxistin û bi pêşengtiya HDK, KCD û HDP’ê wê li dijîqeyûman li Amed, Wan. Mêrdîn, Êlih, Edene, Stenbol û Îzmîrêçalakiyên “Ji Bo Demokrasiyê Em Tên Gel Hev” pêk bên. 
 
 Dê hevdîtin pêk werin
 
Dîsa biryar hat girtin ku li 7 navenda hevîtinên gel ên di asta mîtîngan de bên lidarxistin û ji bajarên derdorê jî girse tevlî bibin. Parlamenterên HDP’ê beriya hevdîtinên gel, wê li herêman xebatan bi rêve bibin û kampanyaya îmzeyan bi rêve bibin. 
 
Dê Rêxistinên Civaka Sîvîl tevlî çalakiyan bibin
 
Ji bo Nobeta Demokrasiyê ya li Amed, Wan û Mêrdînê, biryar hat girtin nûnerên Rêxistinên Civaka Sîvîl (STO) bênvexwendin û ji bo vê xebat bên birêve birin. 
 
Bernameya çalakiyan a heya 19’ê Cotmehêdewam bike wihaye: 
 
“*Çalakiyên nobetê yên li Amed, Mêrdîn û Wanê li taxan jî bên li darxistin, li cihên nobetê stand bênvekirin û kampanye ya îmzeyan bi girseyî bê birêve birin.
 
*Bi pêşengtiya HDK û HDP’ê li dijî qeyûman çalakî bên lidarxistin û serdanên bi şandeyî pêk bên. 
 
*Çalakiya ku ji Stenbol, Bûrsa, Yalova, Kocaelî, Tekîrdag, Balikesîr, Çanakkale, Edîrne, Sakarya û hemû navçeyantevlîbûn pêk were, wê li Esenyûtê di 16’ê Cotmehê de bê lidarxistin.
 
* Li Êlihê jî wê di 16’ê Cotmehê de bi tevlîbûna bajarê Sêrt û navçeyên hevdîtina gel bê lidarxistin. 
 
* Li Wan jî di 17’ê Cotmehê de wê hevdîtin gel bê lidarxistin. 
 
* Li Mêrdîn, Şirnex û Rihayê wê di 18’ê Cotmehê de hevdîtina gel bê lidarxistin. 
 
* Li Îzmîrê di 17’ê Cotmehê de hevdîtina gel bê lidarxistin. 
 
* Li Edenê wê di 18’ê Cotmehê de bê lidarxistin. 
 
* Li Enqerê wê di 19’ê Cotmehê de bê lidarxistin.
 
* Di 19’ê Cotmehê de jî, wê saet 13.00’an li hemû cihan daxuyaniyên çapemeniyê yên bi girseyî bên lidarxisitn.”