Di derbarê malbatên Roboskî de lêpirsîn hat vekirin

  • 11:40 3 Cotmeh 2019
  • Rojane
ŞIRNEX – Li gundê Roboskê yê bi ser navçeyaQilebanê di 28'ê Kanûna 2011'an de komkujiya ku pêk hat de 34 welatî hatibûn qetilkirin. Serdozgeriya Komara Şirnexê di derbarê malbatên wan de bi hinceta “Propagandaya Rêxistinê ya Terorê kirin” lêpirsîn da destpêkirin.  
 
Li gundê Roboskê yê bi ser navçeyaQilebanaŞirnexê di 28'ê Kanûna 2011'an de balafirên şer ênHêzênÇekdarên Tirk (TSK) welatî gulebarankirin 17 jê zarok 34 welatî qetil kirin. Kesên jiyana xwe dest dabûnzêdetir ji malbataEncu bûn. Li ser Komkujiya Roboskê de 8 sal derbas bû jî hîn di derbarêkomkujiyê de tu doz û lêpirsîn  nehatiye destpêkirin. Serdozgeriya Komara Şirnexê di derbarê malbatên kesên ku di Komkujiya Roboskê de jiyana xwe dest dane lêpirsîn daye destpêkirin balêdikişîne. Hat zanîn ku di derbarê malbatan de bi hinceta “Propagandaya Rêxistinê ya Terorê kirin” lêpirsîn hatiye destpêkirin.
 
Tevlî bîranînê bûn, lêpirsînderbarê wan de hat vekirin
 
Di îddîanameya ku hatiye amadekirin de hat zanîn ku malbatan ji ber ku di 28’ê Kanûna 2015’an de tevlî bîranîna 4’emîn salvegeraKomkujiyêRoboskê bûne di derbarê 16 kesan de lêpirsîn hatiye destpêkirin.     
 
Ji 16 kesan re lêpirsîn
 
Lêpirsîna ku derbarê 16 kesan de hatiye vekirinnavên wan wiha ne: “Ayaz Encu, Aysel Encu, BêrîvanEncu, CahîdeEncu, Cihan Encu, Fadîle Tosun, Hanim Encu, Heybet Encu, Meral Geylanî, Muhsîn Yakut, Selcan Encu, SemîreEncu, SevcanEncu, SozdarEncu, Tufan Saydam, YannîsVasîlîsYaylali.”
 
Doz dê di 30’ê Kanûnê de dê bê dîtin
 
Lêpirsîna ku hatiye vekirin yekemîn daneşînadozê dê di 30’ê Kanûna 2019’an de li Eywana Dadgehê ya CezayêEsliye ya Qilebanê bê dîtin.