Li JINWAR'ê jiyanek nû ji xwe re ava kir

  • 10:34 3 Cotmeh 2019
  • Rojane
Civîn Husên - Rojda Seyîdxan
 
HESEKÊ - Dîlber Fexrî Mihmed jinek ji jinên ku xwe spartiye gundê JINWAR'ê ye û li wir ji bo xwe jiyanek nû ava kiriye. Dîlberê çîroka jiyana xwe anî ziman û got: "Civakê, min êşand. Gelek cureyên êş û îşkenceyê min dît, lê îro JINWAR xwedî li min derket. JINWAR warê min ê jiyanê ye."
 
Her çiqas têkoşîna Jinan ya hevbeş li Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê mezin dibe, lê êş û zordariya li ser jinan hîn didome. Hişmendiya civakê ku xwe dispêre ser kolekirina jinê bi hêsanî bi dawî nabe. Dîlber Fexrî Mihemed yek ji jinên tevahî cureyên êş û îşkenceyê kişandiye. Jinek 28 salî ye û bi gelek astengiyan rû bi rû maye. Dîlberê çîroka jiyana xwe ji me re rave kir. 
 
'Min rojek rehet nedît' 
 
Dîlberê wiha dest bi axaftina xwe kir: "Navê dayika min Şemsê ye. Çar bira û xûşkek min heye. Bavê min bi jinek din re jî zewiciye û 6 keçik û du kûrê wî hene. Dema bi jinek din re zewiciye xwe ji me û dayika min qut kir. Ez 28 salî me, di sala 2016'an de hatim zewicandin û mêrê ku ez bi wî re hatibûm zewicandin zewacek din jî berê min kiribû. Sê mehan li Tirkiyeyê li cem mêrê pê re hatibûm zewicandin. Ew sê meh wek sê salan bû, ez diçûm karê çolê û perê karê min ji min distand. Piştî ez ji kar dihatim min karê malê jî dikir. Mêrê bi wî re hatibûm zewicandin, digot divê tu qelenê xwe ku min te pê xwestiye bîne. Min rojek rehetî nedît. Jiyana min her êş û îşkece bû."
 
'Ji zilma mêrê bi wî re hatibûm zewicandin reviyam'
 
Dîlberê ya piştî bi êşê re rû bi rû ma dev ji mêrê bi wê re hatibû zewicandin berda û hat Rojava wiha dom kir: "Mêrê bi wî re hatibûm zewicandin min bi eslê xwe ereb bû lê kurdî diaxivî. Ji Helebê bû. Dema hat min xwest eslê xwe guhertin û digot em zengîn in û pir bi nav û deng in, lê hemû derew derket. Min nedixwest bi wî re bizewicim. Lê bavê min ji bo pera ez dan zewicandin. Ez jî piştî sê mehan ducanî bûm û ji hevjînê xwe reviyam Sûriyeyê. Di dema ku emeliyat ji min re pêwîst bû, bijîşkan jî digot heta tu pere nîne em te emeliyat nakin. Hevjînê min jî ji min re digot hûn bimirin yan bimînin ez pera ji were naşînim. Digot ger çewalê pera li cem min hebe jî ez naşînim. Bavê min jî digot ez ne mecbûr im ez pera ji bo emeliyatê bidim. Dawiyê wê zaroka min di zikê min de mir."
 
'Roja ez kar nekim xwarina min tune ye'
 
Dîlberê êşa xwe bi hisret û dilekî şewat vegot û wiha domand:"Pişt lawikê min Yûsif çêbû gelek pêdiviyên zarokan jê re pêwîst bûn, lê birayê min alîkarî nedida min. Hevjînê min jî pere ji min re nedişand. Hinek zêrê min hebûn min firot û pêdiviyên lawikê xwe pêk anîn. Ji bo ku ez lawikê xwe xwedî bikim min lawikê xwe li gel dayika xwe dihişt û ez diçûm karê çolê û çi heba min dikir. Zincîra min a zêr hebû bavê min ji min sitend û got ez nadim te. Min girê dida û li min dixist. Birayê min jî li min dixist. Jina birayê min jî her roj bi me re şer dikir, nedihişt em xwarinê bixwin. Dema ez ji kar  dihatim laşê kurê min hemû birî bû. Roja kar tuneba ez û kurê xwe bê xwarin û bê tiştek diman."
 
'Ez ji ber zilmê reviyam'
 
Dîlberê wiha got: "Bavê min digot tu diçe ku biçe. Dema ez diçûm mala birayê xwe jî wî jî digot biçe. Dema ez diçûm jî bavê min min vedigerand û bang lawê apê min dikir û min girê didan û hemû li min dixistin. Em  bê xwarin diman carê li malê cîranan min û kurê xwe dixwar. Di zivstanî û serma êvara de her kesî digot neyên mala me, ez û kurê xwe li derve bi betaniyê xwe komî ser hev dikir. Ji şibakan me li televiziyonê ji xwe re temaşe dikir. Kurê min bû sê salî, hevjîn, bav û birayê min li min dixistin, xweşî ji jiyana xwe min nedît. Dawiyê min cilên xwe û kurê xwe li ser dîwarê mala cîran revandin. Cîranan ji min re digot bes e ma tê hîna çi bibînê û tehemûl bike. Ez bi erebeyekê hatim bajarê Serêkaniyê ya herêma Cizîrê. Ez ji ber zilmê reviyam"
 
'JINWAR warê me ye'
 
Dîlberê bi çavên girî û hesir wiha dawî li axaftina xwe anî: " Ger ez vegerim malê wê bavê min min kuştiba. Min berê xwe da Gundê Jinwarê û li ber deriyê wê sekinîm. Jinwar min himbêz kir. Jinwar jiyanek nû ji min re afirand. Li vir mala me cuda ye ne rojekê ne bav û ne birayê min dikarîbûn malekê ji min re ava bikin. Ez niha dikarim bijîm, bi rehetî kurê xwe mezin bikim bi hemû jinan re karekî hev beş bikin. 28 sal min winda kir. Ez ê ji nû  li Jinwarê jiyana xwe zindî bikin. Gelek jin niha wekî min di bin zilmê de ne. Ez hewl didim ku bigihêjim wan û wan bînm Jinwarê."