7 mehe li hevjînê xwe digere: Ez çima nikarim li ber AKP’ê çalakiyê bikim?
- 10:28 3 Cotmeh 2019
- Rojane
ENQERE - Summeye Yilmaz ku ji 19’ê Sibatê de agahî ji hevjînê xwe Mustafa Yilmaz nagire wiha got: “Suleyman Soylu tevlî çalakiya li ber HDP’a Amedê dibe. Dayikê li wir rehet rehet li wir rûdinin û çalakiya xwe dikin. Gelo çima ez nikarim li ber AKP’ê rûnim? Ez edaletê dixwazim. Ez li cihekî ku êdî gotin qedyayî me.”
Di meha sibatê de Mustafa Yilmaz yê fîzyoterapîst bû û tê îdiakirin hatiye revandin û piştre agahî jê nehatiye girtin, hevjîna wî Sumeyye Yilmaz der barê rewşê de axivî û got 7 meh in agahî jê nagirin.
Sumeyye û dayika hevjînê wê Nevîn Yilmaz, xwestin di rojbûna Mustafa Yilmaz de 24’ê îlonê de daxuyaniyekê bidin, lê çawa ketin Kolana Sakaryayê hatin binçavkirin. Sumeyeyê diyar kir ku serî li gelek merciyan dane lê bersivek negirtine û got ew diwaze demildest hevjînê wê bê dîtin. Sumeyyeyê wiha got: “Em tu agahiyê jê nagirin. Em nizanin dijî an na. Hedefa min ya ewil dîtina hevjînê min e. Me di serî de serî li wezaretê û wezareta karê hundir, serî li her derê da. Lê mixabin tu pêşketin çênebû.”
‘Dozger biryara neşopandinê da’
Sumeyeyê destnîşan kir ku der barê revandina Mustafa de serî li dozgeriyê dane lê biryara neşopandinê hatiye dayîn, îtîrazê biryarê jî kirine lê dadgeha jor îtîraz red kiriye û ev tişt bi lêv kir: “Mirovek winda ye. Ez dixwazim lêgerîn bê kirin û lêpirsîn bê kirin. Lê saziyên fermî yên edliyeyê serê vê digirin. Ev pirsnîşan in û gumanê ava dike. Ez êdî nizam serî li ku bidim.”
‘4 kesên hatibûn revandin hatin dîtin’
Sumeyeyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di heman demê de bi hevjînê min re 6 kes hatin revandin. 4 kes du meh berê hatin dîtin. Çima hevjînê min nayê dîtin. Kesên din jî hatibûn revandin. Teşeyê revandina wan dişibe hev. Gelo dixwazin çi bikin? Du meh e tu pêngav tune ye. Tiştên der barê 4 keskên şûnde hatin de di çapemeniyê dihat dîtin. Gotinên malbatên wan min dike fikaran. Ez jî difikirim ku hevjînê min jî heman tişt jiyaye. Yekane daxwaza min dîtina hevjînê min e.”
‘Dayik li ber HDP’ê bi rehetî rûniştine lê ez nikarim’
Sumeyeyê diyar kir ku Mustafa sala borî di 1’ê cotmehê de hatiye girtin, piştre hatiye berdan û dema diçû ser kar hatiye revandin û got: “Ez bersiva tu pirsekê nizanim. Gelek pirsên min hene lê rayedar tu bersivê nadin. Dayika wî xwest bi Suleyman Soylu re hevdîtinê bike. Lê hat redkirin. Soylu tevlî çalakiya ber HDP’a Amedê dibe. Dayik li wir bi rehetî rûdinin. Lê ez nikarim li ber AKP’ê rûnim. Çima gelo? Çima ez nikarim bikim? Gelo hestên me tune ne? Divê êşa dayikan ji hev cuda neyê girtin. Ez edaletê dixwazim. Gotinên min nemane. Zarokê min ê du salî travmayê dijî. Em ne dizanin em dijîn em ne dizanin em mirîne. Ez li hiqûqê digerim, edaletê dixwazim.”