ROJEVA 3'YÊ COTMEHA 2019'AN
- 09:00 3 Cotmeh 2019
- Rojev
*Ji nexweşiyên mirovan re dermanê ji xwezayê tê çêkirin çareyek baş e. Yek ji dermanên xwezayî sîr e. Sîr bedena mirov ji nexweşiyên cur bi cur diparêze.
*Summeye Yilmaz ku ji 19’ê Sibatê de agahî ji hevjînê xwe Mustafa Yilmaz nagire wiha got: “Suleyman Soylu tevlî çalakiya li ber HDP’a Amedê dibe. Dayikê li wir rehet rehet li wir rûdinin û çalakiya xwe dikin. Gelo çima ez nikarim li ber AKP’ê rûnim? Ez edaletê dixwazim. Ez li cihekî ku êdî gotin qedyayî me.” DÎMEN HEYE
*Di dema Rejîma BAAS'ê de gelê Rojava rastî lêdan û îşkenceyê dihatin, nikaribûn bi awayekî azad çand û hunera xwe pêş bixista. Hûriyê Mihemed Mustafa ya ku gelek zehmetî ji destê Rejîma BAAS'ê kişandiye wiha dibêje: "Her mirovek bi çanda xwe tê naskirin, lê Rejîma BAAS'ê çanda me nedipejirand û êrîş û îşkenceya xwe li ser me zêde dikir. Tevî êrîş û îşkenceyan me dev ji çanda xwe berneda. Gelê Kurd ji dîrokê heta roja îro çanda xwe ji bişaftinê diparêze." DÎMEN HEYE
*Dîlber Fexrî Mihmed jinek ji jinên ku xwe spartiye gundê JINWAR'ê ye û li wir ji bo xwe jiyanek nû ava kiriye. Dîlberê çîroka jiyana xwe anî ziman û got: "Civakê, min êşand. Gelek cureyên êş û îşkenceyê min dît, lê îro JINWAR xwedî li min derket. JINWAR warê min ê jiyanê ye."DÎMEN HEYE
*Li Cizîrê mêrê bi navê B.E. yê ku li 50 xwendekaran êrîşa zayendî kiriye. Piştî bûyerê hatibû diyarkirin ku wê Lijneya Dîsîplînê ya Bilind a Enqereyê îfadeya wî bigire. Lê piştî biryarê û şûnde derket holê ku bersûc B.E. winda ye.
*Parlamentera HDP’ê Dersîm Dag diyar kir ku kampanya îmzeyan ya bi dirûşma ‘Ez xwedî li îradeya xwe derdikevim, dengê xwe dixwazim’ dane destpêkirin, bi hezaran kes tevlî bûne û got wê îmzeyan di 19’ê cotmehê de bidin meclîsê. Dersîmê da zanîn ku wê di dawiya têkoşînê de gelê Kurd û jin bi ser bikevin. DÎMEN HEYE
*Dest bi komkirina zeytûnên Dêrikê ku debara piranî gel pêk tîne û bi tehma xwe tê zanîn, hat kirin.DÎMEN HEYE
*Leyla Bakrak ya piştî qeyûm betal ma, li taxa xwe dirûnxaneya bi navê Zerîlîçe ya ku cil û bergên gelerî yên Kurd didirû vekir. Leyla ku ji bo jinên hewldêr dibe îlham wiha got: “Armanca min ya herî mezin ev e ku em Zerîlîçe, bikin atolyeyek mezin a jinan ku çandê dide jiyîn.”
DÎMEN HEYE