Li Wanê Nobeta Demokrasiyê di roja 45'an de berdewam kir
- 17:23 2 Cotmeh 2019
- Rojane
WAN - Nobeta Demokrasiyê ya li Wanê 45 roj in didome. Di nobetê de hat diyar kirin ku hewcedarî bi aştiyê heye û divê dengê aştiyê bilind bibe.
Ji hêla Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve li dijî tayînkirina qeyûman Nobeta Demokrasiyê dabû destpê kirin û didome. Li Wan, Amed û Mêrdînê çalakiyên şermezar kirinê li gel astengî û dorpêça polîsan bi biryarî didomin. Li Wanê Nobeta Demokrasiyê 45 roj in didomin. Girseya ku li ber avahiya Rêxistina HDP'ê ya li Rêya Armûşê kom bûn çalakiya xwe ya îro li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta 'Ne vîna qeyûm vîna gel' hat vekirin. Parlamenter Murat Sarisaç, Muazzez Orhan, hevserokê bajêr Umît Dede û welatî tevlî çalakiyê bûn.
Umît Dede, di çalakiyê de bal kişand ser berxwedana 45 rojan û wiha got: "Her roj li Tirkiyeyê rojev diguhere. Hewcedariya me bi şer nîne û hewcedariya me bi aştiyê heye. Divê em dengê aştiyê bilind bikin."