Rûniştina Dayikên Aştiyê hat taloqkirin
- 14:01 2 Cotmeh 2019
- Rojane
STENBOL - Di 3'emîn daneşîna darizandina doza Dayikên Aştiyê û TJA'yê de qedexeya derketina derveyî welat li ser kesên tên darizandin ranebû.
3'emîn daneşîna doza Dayikên Aştiyê û aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) ku ji ber tevlî çalakiyên bûne, bi sûcdariya "Endamtiya rêxistinê" , "fînansekirina rêxistinê" , " axaftina rêxistinî ya li ser telefonê" têde tên darizandin, li 35'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Dayika Aştiyê Zeynep Canlihan û aktîvîsta TJA'yê Ayşe Yildiz Çîçekçî ku ji derve ve tên darizandin tevlî daneşînê bûn. Daneşîna ku parêzer jî lê amade bûn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir.
'Ji bo aştiyê pêk bê tevlî çalakiyên greva birçîbûnê bûm'
Destpêkê Dayika Aştiyê Zeynep Canlihan parastin kir û ev tişt got: "Ez endama Partiya Herêmên Demokratîk im. Bi armanca aştiytê tevlî çalakiyên ku di angaştnameyê de hatine diyarkirin bûme. 2 zarokên min di girtîgehê de ne. Ji bo aştiyê pêk bê tevlî çalakiyên greva birçîbûnê bûm. Sûcdariyên din qebûl nakim."
Piştî Zeynep parêzerê wê Huseyîn Bogatekîn mafê axaftinê girt û diyar kir ku muwekîla wî bê sûc e û daxwaza beraata wê kir.
Daneşîn taloq bû
Paşê jî aktîvîsta TJA'yê Ayşe Yildiz Çîçekçî parastina xwe kir û sûcdariyên ku lê tên kirin, red kir û daxwaza beraata xwe kir.
Piştî parastina Ayşe heyeta dadgehê biryara xwe aşkera kir û biryar da ku qedexeya derketina derve ya li Ayşe û Zeynep bê berdewamkirin û daneşînê taloqî 30'ê Çileya 2020'î kir.