‘Em ê komkujiya li ser jinan rawestînin, jiyanê azad bikin’
- 13:20 2 Cotmeh 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Encamnameya komxebata bi sernavê “73'yemîn Ferman û Têkoşîna Jinên Azadîxwaz yên Êzidî” ku di pêşengiya Platforma Têkoşîna Ji Bo Jinên Bi Zorê Hatine Girtin de hatibû destpêkirin hat aşkerakirin. Di encamnameyê de hat diyarkirin ku bila 3'yê tebaxê weke 'Roja Çalakiya li dijî Komkujî û Kuştina Jinan a Navneteweyî' were pejirandin.
Platforma Têkoşîna Ji Bo Jinên Bi Zorê Hatine Girtin di 22'yê îlonê de li Êlihê bi navê “73'yemîn Ferman û Têkoşîna Jinên Azadîxwaz ên Êzidî” komxebatek li dar xist. Femînist, însiyatîf, nûnerên sazî û dezgehan tevlî komxebatê bibûn. Platforma Têkoşîna Ji bo Jinên bi Zorê Hatine Girtin encamnameya komxebata xwe aşkerakirin.
Di encamnameyê de hat diyar kirin ku Êzidî, di Rojhilata Navîn de yek ji civakên herî kevnar e û niştecihê bi 10 hezar salan e û wiha hat gotin: "Şengal û hawirdora wê bi cih bûne, bi zimanê xwe yê zikmakî diaxivin û yên destpêkê ku bawerî bi Yek Xwedayî anîne û heta niha di jiyana xwe de bi gotina Êzidiyatî 73 Ferman ango Komkujiyan re derbas bûne û ji civaka Kurdên xwedî baweriya Êzidiyatî bi xwe ne. Komkujiya dawî ku di 3'yê tebaxa 2014'an de ji alî DAÎŞ'ê ve li Şengalê pêk hatibû. Sedemê ku Êzidî ji vê komkujiya ji aliyê hêzên desthilatdar ve û her cureyên wahşet û dermirovahî ku bi ser wan de tê kirin re 'Ferman' dibêjin, ji bo ku wek 'Fermana Padîşah' be û ku wan weke 'Hemwelatî' nabînin, bi awirên dagirkeriyê re rûbirû dimînin wisa bi nav dikin. Divê weke êş û azareke were fêm kirin."
'Navê wê komkujî ye'
Di encamnameyê de hat diyar kirin ku di 3'yê tebaxê sala 2014'an de tiştên li Şengalê rû dan, di vê Komkujiya 73'yemîn ya li ser Êzidiyan di roja ewil de, ku hêjmarê wan ji 200 hezaran derbas kiribû neçarî koçberiyê hatinkirin û wiha hat bilêvkirin: "Di saetên destpêkê de li ber çavê hemû cîhanê diteyîse kamerayên rojnamegeran, derdikeve holê ku ew girseye ji 200 hezara zêdetir û temenê wan di navbera 9 û 18 salî de hemû jin û zarok 'winda' bûne. Derbarê mijarê de Rapora Lijneya Taybet a Neteyeyên Yekgirtî (NY) ku di hezîrana sala 2016'an de ragihandibû, ew tiştên di 3'yê tebaxê de rûdane ji Komkujiyekê wêdetir li ser civaka Êzidî pêl hatiye û li gorî Rêziknameya Romayê ku tê xuyakirin wekî; 'kolekirin, bi darê zorê teva mişextkirin, hepiskirin, îşkence, destdirêjî, bi darê zorê ducanî (hemle) hîştin' hemû rêbazên hatine bikaranîn de navê wê komkujî ye."
Di encamnameya komxebatê de mijar wiha hatin bi rêzkirin;
" *3'yê tebax 2014'an de di êrîşa DAÎŞ'ê ya li ser Şengalê de, nêzîkî 7 hezar Jinên Êzidî bi darê zorê hatine girtin û li ser esasê zayenda civakî rastî tûndiya zayendperestiyê hatine. Ji van jinan, li dora 3 hezar jin hêj jî winda ne.
* Weke ku di nav demê de hêjmareke zêde Gorên Komî derket holê, di van êrîşan de Mêrên Êzidî û Jinên temenê wan bi ser 40'î de ne tev bi awayeke komî hatine kuştin.
* Piştî êrîşa DAÎŞ'ê li derdora 250. hezar Êzidî, ji warên xwe bûn û neçar mane ku koçber bibin.
* Platforma me, heta roja îro xwe gihandiye hêjmarek gelkî zêde, Jinên Êzidî yên ku; hem di warê bav û kalên xwe de, hem li hawirdorê cîhanê neçarî koçkirina cûr bi cûr welatan bûne re hevdîtinan pêk aniye. Li ser esasê belge û encamê raporan, van êrîşan bi armanca civaka Êzidî ji binî ve tune bikin. Me ev tespît kir ku; ji bo jinan li ser esasê tûndiya zayendî û bi polîtîkayeke sîstematîk komkujiyan, xistin meriyetê. Weke ku di hemû komkujî û Şeran de jî xuya ye di 3'yê tebaxê û piştî wê de; li ser zarok û jinan destdirejiyên komî hatine kirin. Ligel wê, ferdên malbatê hatine kolekirin, hemû cureyê îstîsmariyê û êrîşan li ser jinan pêkanîne, xistine meriyetê.
* Jinên hatine girtin û di pişt re hinek ji wan jinan jê rizgar bûne, piraniya van jinan; her çende jiyana xwe weke ‘didomînin’ xuya bike jî berê ku li Bosnayê de jî pêkhatibû bi mebesta 'Nijad Kujî' de encamê destdirêjiyan de zarokên ku hatine dinyayê, di nav civakê de nayên pejirandin. Li gor daxuyaniyên Nûnerê Ola Êzidiyan; ligel nêrîna civakê û baweriyê ku piraniya Êzidiyan lê dijîn di xaka Îraqê de ji ber zagonên wan in. Li gor zagonên heyî yê Îraqê, di encama destdirêjahiyê de be jî, ew zaroka ku were dinyayê li gorî Ola mêr tê dîtin û diyarkirin. Ev rewş di civaka Êzidî de de pirsgirêkên ku derxe holê û li gorî hesasiyeta pêkhatî divê girîngî jê re bê dayîn û 'Nifş li ser Mêr na, li gor beyana Jinê were çareserkirin' ev jî yek ji qadên ku divê bi lezgînî weke qanûnî li benda çareserkirinê ye.
* Gelek jin di pêvajoya girtinê de zarokên wan ê çêbûne ji bo ji wan veneqetin, di kampên ku endamên DAÎŞê tê de girtî ne de dihêlin an jî tên koçkirin, bi navbeynkariya bernameyên ‘ji Nû ve Bi Cihkirin’ li welatên cuda neçarî penaberiyê dihêlin û bi vê awayî ji civaka xwe ji binî de tên qutkirin.
* Jinên ku gihêştine azadiya xwe di encamê; destdirêjahiyan, kolekirinan, neçarî guhertina Olekê di û hê gelek êrîşên li ser wan tên kirin de, bêguman rû birûyê nexweşiyên derûnî û fizîkî dimînin. Li ser navê dermankirina van pirsgirêkan wan dişînin welatên Rojava, Polîtîkayên Bicihkirinê jinan ji Civaka wan dûr dikin û bi vê awayî travma ya ser jinê hê zêdetir û piralî dibe, ji ber van sedeman ji dermankirina wan û başbûna wan re dibin asteng.
* Êzidiyên ku neçarî koçkirina hemû deverê cîhanê wek; Ewropa, Awusturya, Kanadayê bûne. Di wargehên lê dimînin de di bin şert û mercên pir giran, yên dermirovahî de dijîn, Ji zimanê xwe yê zikmakî bêpar, ji ola xwe dûr, ji mafê perwerdehiyê û wek mirovan jînê bêpar in. Dîsa Êzidî, heyîna xwe ya çandî-kultûrî Baweriyên xwe ku dijiyan ji wê Erdnîgariya xwe bi giştî hatine qutkirin, li welatên lê dijîn de li ser navê “entegrasyonê” rû bi rûyê komkujiya Çandî re dimînin.
* Li gorî vegotinên bi hezaran bûyeran, endamê van Çeteyên Cîhadîst /DAÎŞê ku ji aliyê hêzên niştecih yên Heremê ve hatine girtin û gorên komî, raporên otopsiyan, belgeyan de hatine diyarkirin ku ev komkujiya pêk hatiye, bi erêkirina rayagiştî û nêzên navneteweyî ve, an jî di encama çavlê girtina/îhmalkirina van aliyan de pêk hatiye. Derketiye holê ku faîlên wan, ji Ewropa û ji gelek deverên din yê cîhanê tevlî vî rêxistina çeteyî û cîhadîst bûne. Aliyê wan ê lojîstîk û fînansekirinê jî, ji aliyê welatên cîranan ve hatiye temînkirin.
* Ji bo zor û zextên li ser hemû Êzidiyan û ji bo Êzidiyên ku ji aliyê DAÎŞê ve hatine girtin û zext û pêkûtiyên dermirovahî li ser wan pêk hatine, hemû aliyên van pêkanînên dermirovahî derkeve holê û ji bo dadweriyeke adilane û bi tenduristî pêk were; divê van sûc û kiryarên pêk hatine werin pênasekirin, navê wan lê werin danîn û ew kes û dewletên ku li hember êrîşên DAÎŞê li ser Êzdiyan temaşeker man, di serî de ew kesên alîkarî dane DAÎŞ'ê û hemû sûcdar di Dadgeheke Serbixwe ya Navneteweyî de werin darizandin. Ger van sûc û sûcdaran neyên darizandin û neyên cezakirin, dê ev sûcdar û faîlên van kiryaran, rêxistinan dê hê zêdetir cesaret bigirin û rê li ber êrîşên nû veke, gelan bixin hedefa van aliyan.
* Komkujiya ku li welatên weke Rûanda û li Yugoslavya rû dabû, ji bo sûcên li dij mirovahiyê pêk hatine werin cezakirin, bê bersiv nemînin bi lihevdukirineke hevpar, Dadgehên demborî (ad hoc) hatin avakirin biryar hat dayîn û darizandin pêk hatiye. Bi taybetî Dadgeha Cezakirinê ya Navneteweyî ya Rûandayê de ku darizandinên hatine kirin de komkujiya destdirêjiyan yekem car hatiye pênasekirin û di pişt re bi Peymana Navneteweyî ya Statu ya Romayê, li ser vî esasî tûndiya zayendî wek Komkujiya Taybet dîtiye û wek sûceke Navneteweyî hatiye pênasekirin. Di dîrokek nêzîk de; di doza Bemba, ya di Dadgeha Cezayî ya Navneteweyî de ji ber tûndiya ser zayendê sûcê şer û sûcê dijmirovahî hat pejirandin û hat tewanbarkirin.
* Neteweyên Yekgirtî, berpisiyarê Komkujiya bi her cureyî ku li ber çavê hemû Cîhanê li ser Êzdiyan pêk hat derxe holê ye. Banga me ye ku; Ji alî Konseya Ewlekarî ya Neteweyên Yekgirtî (BMGK) ve ji bo hemû bersûcan werin darizandin, divê bi lezgînî serlêdana Serdozgeriya UCM yê bike û li gor şert û mercan, li ciyekî guncav di bin banê Dadgeheke Navneteweyî ya Cezayî de werin Darizandin.
* Komkujiya Êzidiyan, ya rastî komkujiya jinê ya taybet e. Di vê komkujiyê de sûcên herî ber bi çav; li ser jinan destdirêjahiyeke sîstematîk, kolekirina jinê, îşkenceyên giran û hwd. cûrbicûr pêkhatina êrîşan, bi vî awayî komkujiyeke berfirehî ya ser jinan hatiye armanckirin. Ji ber vê divê hemû jinên cîhanê mudaxilê vê dadgehê bibin. Bi vê boneyê em banga xwe dubare dikin; hemû Rêxistinê Jinên li hawirdorê cîhanê ku hene em tev ligel hevdu li dijî sûcên Komkujiyan têbikoşin.
* Faîlên van sûcan, di asta Heremî û bi taybetî jî di asta Navneteweyî de werin darizandin. Ji ber ku ev Komkujiya li ser Zayendê, ya bi polîtîkayên sîstematîk pêk tên, ji bo îfşakirina/eşkerekirina vê referansa zayendperest ya baviksalarî, di lingê darazê de divê teqez jin hebin û divê dadgehên jinan werin avakirin bifikirin.
* Van sûcên dijmirovahî ku rû dane, ji bo werin nasîn divê di her welatî de, di meclisê van welatan de werin rojevê û li ser wan werin nîqaşkirin. Dîsa; ji bo rêxistinên girseyî yên Netewî û Navneteweyî di van waran de xebatên wan werin destekkirin. Ya herî girîng jî; li hember necezakirina van sûcdaran û neanîna rûqalî sûcên wan, lingekî girîng yê polîtîkayê ve jî daraz e, divê ev jî neyê jibîrkirin.
* Rêxistinê Jinên Cîhanê, Rêxistinên Hiqûqê û taybetî jî Baro yên vê heremê û hemû cîhanê di vî derbarî de berpirsiyarî bigirin ser xwe, Lijneyek ava bikin û divê li ser avakirina tora xebateke Navneteweyî bifikirin.
* 3'yê tebaxê weke 'Roja Çalakiya li dijî Komkujî û Kuştina Jinan ya Navneteweyî' were pejirandin.
* Em bawer dikin ku jinên Tirkiyê jî di vê bang û têkoşîna me ya hevpar de, bi şiyara ‘Em ê Komkujiya li ser Jinan Rawestînin, Jiyanê Azad bikin’ de xwedî derkevin û li hember tarîtiyê komkujiyan, bi şûn ve hîştinan, ji feraseta ku naxwazin em bibînin re tev bi hevdu re BISE!/RAWESTE dê bêjin."