Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

  • 11:35 2 Cotmeh 2019
  • Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo bi muwekilê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. 
 
Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî ye Mazlum Dînç, Newroz Uysal, Cengîz Yureklî û Faîk Ozgur Erol, bi boneya bi Abdullah Ocalan re hevditin bikin duh serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Heta niha serdozgeriyê tu bersîv nedaye parêzeran. 
 
Prêzerên Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Nevroz Uysal, piştî 8 salan di 2'ê gulan, 22'ê gulan, 12'ê hezîran, 18'ê hezîran û 7'ê tebaxê de çûbûn Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribûn.