Li Mexmûrê 'Tu jî ji bo guhertin û azadiyê rabe ser piyan' semînerek pêk hat

  • 11:19 2 Cotmeh 2019
  • Rojane
MEXMÛR - Li Wargeha Mexmûrê ji bo pêngava "Tu jî ji bo guhertin û azadiyê rabe ser piyan" semînerek ji aliyê Meclîsa Îştar ve hat dayîn û hat gotin ku divê civak ji bo guherînê xwe berpirsiyar bibîne. 
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo pêngava "Tu jî ji bo guhertin û azadiyê rabe ser piyan" semînerek ji aliyê Meclîsa Îştar ve li Saziya Malbatên Şehîdan hat dayîn.
 
Semîner piştî deqeyek rêzgirtin dest pê kir û di semînerê de Hevseroka Meclîsa Gel û Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fîlîz Bûdak axivî. Fîlîz, di axaftina xwe de bal kişand ser pêngavê û diyar kir ku divê civak ji bo guherînê xwe berpirsiyar bibîne.
 
Fîlîz, destnîşan kir ku di pêvajoyeke girîng de derbas dibin û wiha got: "Em di pêvajoyek wisa girîng de derbas dibin ku, em ji qirkirin û talankirineke dij mirovî re rûbirû ne. Ji bo ku em li dijî vê yekê derkevin divê em li her qadê li ber xwe bidin. Ger ku di civaka me de lawirek bê kuştin berpirsyar emin, ger ku zarokek bi êrîşa zayendî re rûbirû bimîne em berpisin."
 
Fîlîz, diyar kir ku pêngava ku dane destpêkirin girîng e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev pêngav ku me dayî destpêkirin ji bo parastina hemû zindiyên di gerdunê de, jîngeh û parastina mafê mirovan çi jin be, zilame be û çi jî zarok be daye destpêkirin. Li ser vî esasî divê ji her demê zutir em xwedî li her curên ku di civakê de jiyan dikin xwe berpirsyar bibinin.”