14'emîn salvegera damezrandina Partiya Suryanî hat pîrozkirin

  • 09:15 2 Cotmeh 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Bi şahiyekê Partiya Yekîtiya Suriyanî 14'emîn salvegera xwe pîroz kir.
 
Partiya Yekîtiya Suriyanî bi şahiyekê pîrozbahiya 14'emîn salvegera damezrandina Partiya xwe li hola Selam ya bajarê Qamişloyê pîroz kir. Şêniyên Suriyan, kurd, ereb û bi dehan endamên sazî û dezgehên Sivîl û nûnerên Rêveberiya Xwerseriya demokratîk amede bûn.
 
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, li ser navê Partiyê axaftin hatin kirin. Di axaftina de bal kişandin ser rewşa li herêmê û bi tayebet destûra nû ya Sûriyeyê ku divê nûnerên Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê tevlî bibin, ji ber bê wan bi ser nakeve. Ji ber tevahî gelên vê axê ji bo pergalek demokratîk têdikoşin.
 
Her wiha sinviziyonek li ser damezrandina partiyê û xebatê wan hat pêşkêşkirin. Paşê koma Înana ya dîlanên folklorî dîlana xweyî Suriyanî pêşkêş kirin.
 
Di dawiyê de partiyê xelat diyarî Meclisa Malbatên Şehîdan û Meclisa Leşkerî ya Suryanî kir.