Doza Ercan Uysaler yê fuhuş li jinekê ferz kir, sibê ye
- 09:10 2 Cotmeh 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Polîsê bi navê Ercan Uysaler ku li Kent A.Ş. ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê pewyirdar bû, der barê ku fuhuş li xebatkarek jin ferz kiriye, de doz lê hatibû vekirin û yekemîn runiştina dozê sibê tê dîtin. Jinan bang li hemû kesî kirin ku tevlî runiştina li Edliyaya Mêrdînê bibin.
Di pêvajoya qeyûm de Polîsê bi navê Ercan Uysaler ku li Kent A.Ş. ya girêdayê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat peywirdarkirin û derket holê ku li xebatkarek jin, beramberê ku ‘bike kadroyî’ fuhuş ferz kiriye, Di çarçoveya serlêdana sûc ya hat kirin de lêpîrsîn derbarê wî de hat destpêkirin û di bin navê ‘êrîşa zayendî’ de îdianame ji bo wî hat amadekirin. îdianame ji aliyê Yekemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê ve hat dîtin. Runiştina yekem a dozê sibê tê dîtin.
‘Em ê desturê nedin ku doz bê ceza bi encam bibe’
Hevseroka HDP’a Mêrdînê Eylem Amak beriya runiştinê bang kir û got wê desturê nedin ku doz bê ceza bi encam bibe û wiha got: “Em ê roja runiştinê li ber edliyê daxuyaniya çapemeniyê bidin.Wek hun dizanin dema borî,polîsekî bi qeyûm re dixebitî, fuhuş li jinek ciwan ferz kiribû. Der barê vê bûyerê de gelek delîl ketin destê me. Meclîsa Jinan a HDP û Platforma Jinan a Şahmeran serlêdana sûc kir. Serlêdana me bi biryara neşopandinê bi encam bû. Sibê yekem runiştina dozê tê dîtin. Em jinên Mêrdînê êm ê desturê nedin ku bi bêcezabûnê doz bi encam bibe. Em pêşa vê bernedin.”
‘Em ê bertekên xwe bînin ziman’
Eylemê bi lêv kir ku ew jin ji bo runiştinê xwe amade dikin û got: “Em ê li dijî her cureyê êrîşê şopdar bin. Em bang li hemû jinan dikin ku tevlî runiştinê bibin û bibin şopdarên mijarê. Em jinên Mêrdînê em ê dozê bişopînin. Em ê bertekên xwe biawayekî zelal bînin ziman.”
Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Ebru Gunay jî bi lêv kir ku Meclîsa Jinan a HDP’ê, ÎHD, Komeleya Jinan a Rosa û Platforma Jinan a Şahmeran der barê mijarê de serlêdana sûc kirine û got: “Derbarê dozê de biryara neşopandinê hat dayîn. Lê em ji bo runiştina sibê amade ne. Êrîşa li şaredariyê pêk hatiye li hember hemû destkeftiyên jinan pêk hatiye. Em ê sibê li Edliyeya Mêrdînê dozê bişopînin, em ê amadekariyên xwe bikin. Bi destê qeyûm tacîz hatiye parastin, jin her tim hatine mexdurkirin. Em hemû jinan bi armanca piştevaniyê vedixwînin edliyeya Mêrdînê.”