Ayşe Acar: Bendewariya civakê ji pakêta darazê tune ye
- 09:08 2 Cotmeh 2019
- Ramyarî
Habîbe Eren
ENQERE - Berdevka Komîsyona Mafê Mirovan û Hiqûqê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran da zanîn ku bersiva pirsa ‘Li Tirkiyeyê daraz çawa dikare serbixwe be?’ di pakêta darazê de tune ye û got ev pakêt ji bilî Kurd û muxalîfan ji bo fêdeya her kesî hatiye fikirîn û bendewariya civakê ji vê pakêtê tune ye.
Pakêta ewil a di çarçoveya Belgeya Stratejiya Reforma Darazê ya ji aliyê AKP’ê ve hatiye amadekirin, pêşkêşî CHP, MHP û Îyî Partî hat kirin û hat hînbûn ku metna pêşnûmeyê bêyî nêrîna koma HDP’ê hatiye şandin. AKP ya bi partiyên din re hevdîtin kir û nêrîna van partiyan girtiye, îdia dike ku gelek azadiyan tîne. Lê rexneyên cidî yên HDP’ê li hember pakêtê hene.
Parlamentera HDP’ê ya Êlihê û Berdevka Komîsyona Mafê Mirovan û Hiqûqê Ayşe Acar Başaran, der barê pakêta darazê ya AKP’ê amade kiriye de nirxandin kir.
Ayşeyê bi lêv kir ku ev demeke hem ji bo Pakêta Darazê hem jî ji bo Destûra Bingehîn a Demokratîk serdanên saziyan dikin û wiha got: “Di pêvajoya ku baweriya bi edaletê ewqas ketiye de, me girîngî da hewldana meclîsê. Lê mixabin pakêteke ku dijqanûniyên 3-4 salên borî yên wijdana civakî birîndar kirine, sererast bike tune ye. Mixabin çiya mişk jî newelidî.”
‘Daraz bû parçeyeke siyaseta şer’
Ayşeyê di berdewamiyê de diyar kir ku li Tirkiyeyê daraz ne serbixwe ye û bi giştî li gorî nêrîna partiyek siyasî, Îdeolojiyekê xwe teşe dike û biryarê dide. Ayşeyê ev tişt daxuyand: “Daraz demek dirêj e bi taybet piştî avabûna tifaqa AKP-MHP’ê şûnde û girtina biryara şer, bû parçeyeke siyaseta şer. Wek alava çewisandinê ya civakê hat bikaranîn. Niha biryarên der barê Selahattîn û Fîgenê de tên girtin jî vê nîşan didin. Li Tirkiyeyê rêgeza esas hat binpêkirin.”
‘Li Tirkiyeyê bersiva pirsa ‘daraz wê çawa serbixwe be’ tune ye’
Ayşeyê got di dozên şîdet, tacîz, tecawiz û îstîsmara li hember zarokan de tu ewlehiya darazê tune ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Daraz li gorî nêrîna desthilatdariyê biryaran dide. Di pakêtê de tu sererastkitinên der barê çareserkirina van pirsgirêkan de tune ye. Em di pakêtê de bersiva pirsa li Tirkiyeyê daraz çawa dikare serbixwe be, nabînin. Mafê azadiya fikir û ramanê di demên dawî de rastî tûndiyê hatiye, heye. Yanî kesên serokomar rexne bikin jî sûcdar tên dîtin. Gelo di vê pakêtê de der barê azadiya fikir û ramanê de sererastkirinek heye? Na mixabin tune ye. Ger sûcekî wek heqereta li hember serokomar hebe; mixabin mirov nikarin behsa azadiyê bikin.”
‘Zêdekirina hevokekê ya li TMK’ê, azad nake’
Ayşeyê bi lêv kir ku TMK’yek ku li dijî muxalîfên dengê xwe bilind dikin, tê bikaranîn heye û di vê qanûnê de jî vegotina terorê pir berfireh e û wiha pê de çû: “ Têgeha terorê gelek dirêj e. Ji aboriyê bigirin heta mafê jinan, di daxuyaniyek der barê mijarekê de ji bilî gotina desthilatdariyê, hemû gotinên din bi terorîstiyê tê vegotin û cezayên mezin tên birîn. Ev yek ji pirsgirêkên herî mezin a Tirkiyeyê ye. Der barê vê de sererastkirin an jî xebatek tune ye. Bi zêdekirina hevokekê ya li TMK’ê, azadî pêk nayê.”
‘Civak ji pakêta reformê tiştekî napê’
Ayşeyê destnîşan kir ku piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê şûnde bi OHAL a hat îlankirin re, di gelek qanûnan de sererastkirin hat kirin û qanûna ku li dijî hemû peymanên navneteweyî ya ku Tirkiyeyê îmze kirine ye jî, niha di meriyetê de ye. Ayşeyê ev tişt bi lêv kir: “Bi OHAL’ê pasaporta hezaran kesî hat desteserkirin. Der barê vê ve tu tiştek nehat kirin. Ger hûn bêjin di vê pakêtê de çi heye, em dikarin bêjin ku tu bendewariya civakê ji vê pakêtê tune ye.”
Ayşeyê bal kişand ser sererastkirina der barê pêvajoya girtinê ya dirêj a di pakêtê de cih digire û got: “Di pêvajoya ku heta doz tê vekirin de, rewşa sînorkirineke heta 2 salan heye. Hûn heta du salan bêyî ku doza we bê vekirin dikarin girtî bimînin. Lê ji bo piştre jî tu sererastkitin tune ye. Bi awayekî girtî du salan payîn, karasetek mezin e. Dîsa di pakêtê de der barê temyîzê de sererastkitinek heye. Hûn dizanin heta îro di alî sûcên 5 sal û binê vê tenê riya îstînafê hebû. Piştre riya girtina temyîzê pêk dihat. Niha piştî îstînafê, wek mekanîzmayeke darazê di dadgeriyê de wek rê vekirin, baş e, lê sererastkirinek qels e.”
‘Der barê girtiyên nexweş de tiştek tune ye’
Ayşeyê di berdewamiyê de bi lêv kir ku bi sererastkitina di pakêtê de, wê riya ku parêzer bikaribin hinek biryaran bide, vebe, ji bo parêzeran hinek biryaran bide, riya wan wê vebe û gelek sererastkirinên wek vê wê azadî mafên kesan şûnde bixîne. Ayşeyê bal kişand ser girtiyên nexweş jî û got der barê wan de tu tiştek di pakêtê de tune ye.
Ayşeyê ev tişt daxuyand: “Roja ku pakêta darazê şandin ji partiyên siyasî re, hevserokê giştî yên berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ji dozeke ku eleqeya wan pê tunebûn dihatin darizandin. Me fêm kir ku di vê pêvajoyê de ev pakêta darazê tê çi wateyê. Desthilatdarî hem di qada neteweyî hem jî qada navneteweyeyî de ketiye tengasiyek mezin. Xuyaye ev pakêt, ji bilî Kurd û muxalîfan, ji bo fêdeya her kesî hatiye kirin.”