ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2019'AN
- 09:00 2 Cotmeh 2019
- Rojev
*Jinên Efrînê yên li Şehbayê bi cih bûne bi alîkariya Desteya Aborî ya herêma Efrînê kargehek çêkirina munetê li Navçeya Ehdas a Şehbayê vekirin. Jinên ku cihê xwe di kargehê de girtine axivîn û gotin: "Em ê li her deverê çanda dayikên xwe bidomînin û zindî bikin, em ê ji bo pêdivîyên gelê xwe her tim di nava liv û tevgerê de bin." DÎMEN HEYE
*Siyasetmedar Beşîra Derwîş derbarê destûrê nû yê ku ji bo Sûriyeyê dê nwere çêkirin û nevexwendina nûnertiya Rêveberiya Xweser a ji bo vê destûrê nirxandin kir û got: "Nûnertiya beşek girîng a li Sûriyeyê ji destûrê tê dûrxistin, destûrê ku nûnertiya me tê de nebe, em encamên wê napejirînin." DÎMEN HEYE
* Malbatên Şehîdan li Şehbayê dest bi komkirina zeytûnan kirin. Di derbarê komkirina zeytûnan de dibêjin: "Em gelekî afrîner in. Li ku derê dibe bila bibe, em jiyanê diafirînin." DÎMEN HEYE
*Berdevka Demî ya Meclîsa Jinan a DTSO Sevîm Vural, diyar kir ku newekheviya zayendî herî zêde di qada aboriyê de tê dîtin û li welat hejmara hewldêrên jin gelek kêm in û got: “Em wek meclîs, bi biryarin ku, ji bo jin pisgirêkên xwe û zehmetiyan çareser bikin, piştgiriyê bidin.” DÎMEN HEYE
*Berdevka Komîsyona Mafê Mirovan û Hiqûqê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran da zanîn ku bersiva pirsa ‘Li Tirkiyeyê daraz çawa dikare serbixwe be?’ di pakêta darazê de tune ye û got ev pakêt ji bilî Kurd û muxalîfan ji bo fêdeya her kesî hatiye fikirîn û bendewariya civakê ji vê pakêtê tune ye. DÎMEN HEYE
*Polîsê bi navê Ercan Uysaler ku li Kent A.Ş. ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê pewyirdar bû, der barê ku fuhuş li xebatkarek jin ferz kiriye, de doz lê hatibû vekirin û yekemîn runiştina dozê sibê tê dîtin. Jinan bang li hemû kesî kirin ku tevlî runiştina li Edliyaya Mêrdînê bibin. BI DÎMEN