Li Şirnexê ji bo 15 rojî qedexe hat îlankirin
- 08:54 2 Cotmeh 2019
- Rojane
ŞIRNEX - Walîtiya Şirnexê ragihand ku çalakiyên li bajêr tên plankirin ji bo 15 rojî hatine qedexekirin.
Walîtiya Şirnexê ji bo çalakiyên wekî civîn, meş, vedana kon û daxuyaniya çapemeniyê 15 rojî qedexe îlan kir. Walîtiyê li ser siteya xwe ya înternetê daxuyand ku ji bo çalakiyên ku tên plankirin 15 rojî qedexe hatiye îlankirin.