Kesên li Dêrsimê hatin binçavkirin serbest berdan

  • 16:23 1 Cotmeh 2019
  • Rojane
DÊRSIM - Hevserokên bajêr yên HDP'ê, rêveberên wê û hevserokê ÎHD'ê yên Dêrsimê ku hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan. 
 
Li Dêrsimê roja yekşemê bi ser malan de hatibû girtin, di encama serdegirtinê de hevserokên DHP'ê yên Bajraê Dêrsimê Hidir Çîçek û Ozlem Toprak, rêveberên HDP'ê Yunus Aras, Endamên Meclisa Şaredariyê Nurgul Yalay, hevserokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Gurbuz  Solmaz, piştî karê wan ê li muduriyeta emniyetê îro sewkî Edliyeya Dêrsimê kiribûn. 5 kesên ku li dozgeriyê îfadeyên wan hatin girtin, bi şertê kontrola edlî bi daxwaza ku serbest bên berdan şandin dadgehê. 5 kesên ku îfade dan piştre bi şertê kontrola edlî serbest berdan.
 
4 kes di bin çavn de ne
 
4 HDP'yiyên di bin çavan de man; Cemîle Ataş, Erdal Ekîcî, Ozger Hoşoglu, Cîhan Amaç jî hat diyarkirin ku wê sibe sewkî edliyeyê bên kirin. 
 
Li Mazgîrtê 2 kes binçav kirin
 
Herwiha li navçeya Mazgîrt ya Dêrsimê jî rêvebera EMEP'ê  Pakîze Aydin û rêveberê HDP'ê yê navçeyê Celal Aydin hatin binçavkirin.