Pêşengeha 'Banga şaristaniyê' deriyê xwe li Kobanê vekir
- 15:10 1 Cotmeh 2019
- Rojane
KOBANÊ - Desteya Çand û Hunerê ya herêma Efrînê û Rêveberiya şûnwarên Efrînê pêşengeha "Banga Şaristaniyê" li Kobanê pêşkêş kirin.
Di derbarê binpêkirinên Tirkiyeyê yên li ser xaka Efrînê pêşengeha ronah a bi navê "Banga şaristaniyê" li Kobanê hat lidarxistin. Desteya Çand û Hunerê ya herêma Efrînê û Rêveberiya Şûnwaran a Efrînê bi alîkariya desteya Çand û Hunera herêma Firatê pêşengeha wêneyên ronah ku li ser binpêkirinên Tirkiyeyê yên li Efrînê pêşkêş kirin. Pêşengeh li bajarên Şehba, Heleb, Qamişlo, Tebqayê û niha jî li Kobanê dê 2 rojan were lidarxistin.
Pêşengeh bi amedebûna gelê herêmê, endamên sazî û dazgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rêveberiya Xweser ya herêma Firatê, Komîteya lêkolînên Jineolojî û partiyên siyasî pêk hat. Pêşengeh bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir.
Her wiha bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid û Bi navê Rêveberiya Şûnwaran a herêma Efrînê Esmehan Ehmed axivin û wiha gotin: "Herêma Efrînê di dîroka mirovahiyê de bi şaristaniya xwe ya kevnar û bi berxwedaniyê tê nasîn. Her wiha Efrîn bûbû cihê aramî û aşîtiyê. Dewleta Tirk û çeteyên xwe piştî ku Efrîn dagir kirin bi rêbazên cur bi cur û bi guhertina demografiyê re, herêma Efrînê kirin qada qetilkirin, revandin, şewitandina daran û hilweşandina avahiyên dîrokî. Armanca me ji darxistina pêşengehê ku em karibin rastiya li Efrînê diqewime ji tevahî cihanê re eşkere bikin. Pir kes nizanin ku Şûnwar di herêma Efrînê de hene, lê bi riya pêşengehê em dibînin ku Efrîn cihekî dîrokî û girîngiya wê heye."
Piştre Endamê Rêveberiya Şûnwaran Selah Sîno girîngiya şûnwaran şirove kir. Her wiha di derbarê binpêkirinê Şûnwaran de sinvîzyonek hat pêşkêşkirin.
Di pêşengehê de 50 tabloyên bi wêne û 24 tabloyên bi nivîs di derbarê şûnwarên li Efrînê de hatine daliqandin.