Nobeta Demokrasiyê li Amedê di roja 44’an de berdewan dike

  • 14:54 1 Cotmeh 2019
  • Rojane
AMED - Nobeta Demokrasiyê di roja 44'an de li gel dorpêça polîsan li Amedê hat lidarxistin. Hevseroka HDP'ê ya Bajêr Hulya Alukmen Uyanik di nobetê de destnîşan kir ku îro meclîs vebû û got: "Divê li meclîsê ne şer û ne jî leçûnên şer bên axaftin. Ji bo pêkanîna aştiyê divê axaftin bê kirin."
 
Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman hatî destpêkirin di roja 44’emîn de berdewam dike. Nabeta îro dîsa li Cadeya Lîseyê ya li pêşberî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat lidarxistin. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Dayikên Laçikspî, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêxistinên ciwanan, parlamenter, hevşaredarên navçeyan, hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û gelek welatî beşdarî çalakiyê bûn. 
 
Wekî her roj çalakiya rûniştinê di bin dorpêça polîsan de pêk hat. Girse bi tilîlî, çepik û dirûşmeyan dorpêça polîsan şermezar kir. Hevseroka HDP'ê ya Bajêr Hulya  Alukmen Uyanik, hevserokê Komeleya Şêx Seîd Mehmet Kasim Firat û şaredarê berê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Mehdî Zana di çalakiyê de axivîn. 
 
'Bi berxwedana dayikan em ê bi ser kevin'
 
Hulya, di axaftina xwe de bal kişand ser çalakiya 44 rojan û wiha got: "Em 44 roj in li dijî polîtîkayên qeyûmê û darbeya siyasî li qadan li ber xwe didin. Ez berxwedana dayik û ciwanan silav dikim. Em ê bi berxwedana wan bi ser kevin."
 
'Em bang li meclîsê dikin karê xwe bikin' 
 
Hulya, diyar kir ku îro 1’ê cotmehê ye û meclîs îro vedibe û wiha axivî: "Îro meclîs vedibe û em ji qadê bang li meclîsê dikin. Divê meclîs li dijî qetlîama jinê, li dijî taciz û tecawizê bikeve nav hewldanan. Divê meclîs ji bo jinê qanûnên pêwist bixe meriyetê. Divê li meclîsê edalet, aboriya gel, kêmbûna mûçeyan û bûhakirina tiştan bê axaftin. Ji bo dadgeha azad divê nîqaş bên kirin li meclîsê. Ji bo perwerdeya bi zimanê dayikên li meclîsê xebat bên destpêkirin. Divê ne şer û ne jî leçûnên şer bê axaftin divê ji bo aştiyê axaftin bên kirin."