Li Nisêbînê bernameya 'Ji bo guherînê tu jî pedal bade'
- 14:27 1 Cotmeh 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Şaredariya Nisêbîna Mêrdînê li dijî newekheviya cinsiyeta civakî di her dawiya hevfteyê de dê bernameya "Ji bo guherînê tu jî pedal bade" li dar bixe.
Ji hêla Şaredariya Nisêbîna Mêrdinê ve ji bo jinan bernameyên cuda tên lidarxistin. Di çarçoveya bernameyan de dê her dawiya hefteyê bi navê "Ji bo guherînê tu jî pedal bade" tura bisiklêtê dê bê lidarxistin. Bi vê çalakiyê dixwazin li dijî newekheviya zayendî derkevin.
Beşa Têkiliya Gel a Şaredariya Nisêbînê banga tevlîbûnê kir û gotin heta roja 3 cotmehê jin dikarin serî li beşê bidin.