Li Bursayê jinekê li ser kar jiyana xwe ji dest da
- 13:44 1 Cotmeh 2019
- Rojane
BURSA - Jina bi navê Fatma Ç., ku li Osmangaziyê depoya marketekê dixebitî, ji Forklîftê ket û jiyana xwe ji dest da.
Li taxa Ovaakça ya Osmangaziya Bursayê jina bi navê Fatma Ç. 45 ku li depoya marketekê dixebitî ji Forklîfta ku malzeme li ser barkirî bûn û bilind bû ket ser betonê.
Fatma ya ku gelek hestiyên wê şikestin, li ser agahdarkirina hevalên wê bi ambulansa ku hat cihê bûyerê rakirin Nexweşxaneya Bajêr ya Bursayê. Fatma ya ku rakirin nexweşxaneyê, duh êvarê jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Fatmayê ji bo otopsî bê kirin Rakirin Morga Tipa Edlî ya Bursayê.