Liv û tevgera li Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê didome
- 12:33 1 Cotmeh 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Di rojên borî de li Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê qatekî nexweşxaneyê hatibû valakirin û destûrên personelan hatibûn îptalkirin. Li gorî agahiyên ku herî dawî hatin bidestxitin hat aşkerakirin ku ji Samsûnê ji bo beşên cuda 5 bijîşkên pispor hatine anîn.
Li Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbîna Mêrdînê ku nêzî bajarê Qamişlo yê Rojava ye di rojên borî de hatibû diyarkirin ku destûrên personelên li nexweşxaneyê hatine îptalkriin û qatê 4'an ê nexweşxaneyê jî bi armanceke cuda hatiye valakirin. Hewiha hatibû îdakirin ku ev tevger ji bo dermankirina leşker û polîsên ku tevli tevgereke li ser sînor pêk bê ye.
Hat îdakirin ku piştî vê tevgera awarte a li nexweşxaneyê 5 bijîşkên pispor ji beşên cuda jî ji Samsunê anîne nexweşxaneyê.
Li gel ku ev tevger nîşaneya wê li ser sînor jî tevger bê kirine, hat îdakirin ku wê ev liv û tevger di rojên pêş de li navçeyên din jî bê kirin.