Şandeya Jinan a Rojava li Silêmaniyeyê semînerek li dar xist
- 10:17 1 Cotmeh 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya serdana xwe ya li Herêma Federal a Kurdistanê li Silêmaniyeyê semînek li dar xist û bal kişand ser yekîtiya jinên kurd.
Şandeya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo hevdîtinan berê xwe dabûn Herêma Federal a Kurdistanê. Li Hewlêr û Silêmaniyeyê bi saziyên jinan re û nûnerên jin ên partiyên siyasî re hevdîtin pêk anîn. Di çarçoveya hevdîtanan de li Hola Tewaw a Silêmaniyeyê semînerek hat lidarxistin. Jinên ku di nava YNK’ê, Tevgera Goran, Tevgera Azadî de cih digirin, her wiha jinên ku baweriyên cûda jî tevlî semînerê bûn. Semîner Silêmaniyê pêk hat. Di semînerê de li ser xala yekîtiya neteweyî û yekîtiya jinên kurd hat rawestandin.
'Hevdîtin erênî derbas bûn'
Di semînerê de Endama Koordînasyona Kongreya Star Asya Abdullah axivî û got: "Ev hevdîtin û civînên me pêkanîne gelek erênî derbas bûn. Em dikarin ji bo çareserkirina mijarên netewî bi taybetî jî ji bo jinan dikarin rolekî baş bigirin. Pêwîste em xebata xwe ya netewî pêş bixin û ji bo hemû pirsgirêkan çareseriyê peyda bikin.”
'Em dikarin sûd ji hev bigirin'
Asya di axaftina xwe de bal kişand ser parastina destkeftî û yekgirtina jinên Kurd û wiha axivî: "Divê em jin van destkeftiyên netewî ku hene biparêzin. Ji ber ku jinên Kurd mînakek serekene ji bo tevayî cîhanê. Bi hatina cem hev em dikarin van tevayî metirsiyên li ser Kurd û jinên Kurd hene tune bikin. Her wiha dagirkeriyek zêde li ser jinan tê birêvebirin. Jinên Başûr û Rojavayê Kurdistanê zêdetir derfetên wan hene ji yên Bakur û Rojhilatê Kurdistanê. Ji bo wê em dikarin sûd ji hev wergirin û xebatek hevbeş despêbikin.”
'Ji bo mafên jinan amadekariyên baş tên kirin'
Têkildarî rewşa Rojavayê Kurdistanê jî Asya got ku li Rojava çanda demokratîk û nexşe rêya li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê heyî serkeftinek mezin bi xwe re anî, ya herî girîng bi hev re jiyana gelan e. Her wiha da zanîn ku niha jî li Rojava ji bo mîsogerkirina mafên jinan amadekariyên baş têne kirin.