'Em ê li dijî dijminan rêxistinbûna xwe xurt bikin'

  • 09:47 1 Cotmeh 2019
  • Rojane
ŞENGAL - Yekem car kongreya jinên Êzidî pêk hat û jinan li darxistina kongreyê wekî serkeftinek nirxand. Endam Meclîsa TAJÊ Edûle Şemo, ji bo jinan kongreyeke watedar bû û got: "Piştê fermanê ev qas hêjmarekê mezin jinên Êzidî hatin cem hev û kongreyek wisa hat lidarxistin. Ev tişt ji bo me tê wateya bersivdayîna dijmin û dagirkeran."
 
Jinên Êzidî li gel êş, keder û fermanê dîsa li ser piye xwe disekinin û ji bo xwe jiyaneke nû diafirînin. Ji bo jinan guherin bi rêxistinbûnê pêk tê. Di 9'ê îlonê de li bajaroka Xanesorê ji hêla Tevgera Azad a Jinên Êzidixanê (TAJÊ) ve bi tevlîbûna 400 delegeyan kongreyek hatibû lidarxistin. Jinên ku tevlî kongreyê bibûn da zanîn ku dê şopdarên biryarên kongreyê bin. Endam Meclîsa TAJÊ Edûle Şemo ji ajansa me re qala encam û girîngiya kongreyê kir. 
 
'Kongreyek serkeftî bû'
 
Edûle, kêyfxweşiya xwe ji bo li dar xistina 1'emîn kongreyê wiha anî ziman: "Li darxistina kongreyê ji bo me tê wateya bersivdayîna dijmina ye. Kongreya me serkeftî derbas bû. Piştê fermanê ev qas hêjmarekê mezin jinên Êzidî hatin cem hev. Ewropa, Rojavayê Kurdistan, Şehba ye jinên Êzidî tevlî kongra me bûn. Ji bo rêxistin xwe xurtir bikin bîryar hatin girtin."
 
Edûlê, diyar kir ku jinên Êzidî niha xwe bi rêxistin dikin û wiha got: "Em jinên Êzidî niha xwe birêxistin dikin. Em bi têkoşînê îro tola jinên Êzidiyên ku di destê DAÎŞ'ê hatî dilgirtin digirin. Em jin ji bo rêxistinkirina civak û jinê em ê xebatên xwe mezin bikin."
 
'Em ê têkoşîna xwe xurt bikin'
 
Edûlê, da zanîn ku ji Rojava, Başûr û Ewropayê jinên Êzidî tevlî kongreyê bûn û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev kongre ji bo me gelek bi moral û bi hêz bû. Ji ber ku jinên Êzidî piştî fermanê rêxistinbûna xwe avakirin û careke din li hev kom dibin. Ev tişt tê wateya bersivdayîna dijmin û dagirkeriyê. Bi pêkhatina kongreyê tê wateya mezinkirina rêxistinbûna jinê. Jinên Êzîdî wê daxweza Rêber APO pêk bînin. Ji bo Rêber APO ji grava Îmralî bê rizgarkirin em ê têkoşîna xwe xurtir bikin."
 
Edulê, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser qedexekirina Cira TV'yê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li herama Şêxan li Laleşa Nûranî asayiş temaşekirina Çira TV'yê asteng dike û her wiha xebatên xebatkarên Çira TV'yê asteng dike. Kesek nikare astengî û qedexê ye derxe li hemberî me."