Li JINWAR'ê amadekariyên zivistanê

  • 09:03 1 Cotmeh 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Li Gundê Jinê  JINWAR'ê amedekariyên zivistanê tên kirin. Wetha Mihemed diyar kir ku hemû jin li hev kom dibin û amadekariyên xwe yên zivistanê dikin û got:"Berhemên destê jinê cuda ne, bi xêr û bereket in." 
 
Jinên Gundê Jinê  JINWAR'ê  yê girêdayî bajarê Dirbêsiyê ya Kantona Hesekê bamî, milûxî, bacanê reş hişk dikin û mekdûs û danûkan û gelek tiştên din amede dikin. Jina bi navê Wetha Mihemed derbarê amadekariyên zivistanê de ji ajansa me re axivî.
 
Wetha Mihemed da zanîn ku ev 6 meh in li gundê JINWAR'ê bi cih bûye û wiha dom kir :"Ez ji bajarê Dêrezorê me. Ev du sal in hevjînê min şehîd bûye. Şeş zarokên min hene. Jiyan ji bo min û zarokê min gelekî zehmet bû. Lê bi hatina gundê JINWAR'ê re jiyanek nû ji me re hat afirandin. Warê aram ji bo hemû jin û zarokan bû JINWAR."
 
'Bi kombûna jinan kar hêsan û xweştir dibe'
 
Wethayê anî ziman ku tevahî jin bi hev re ji bo amadekariyên zivistanê dibin alîkar û wiha got :"Em hemû li vir kom bûn û me bi hev re xwarinên ji bo zivstanê çêkirin. Me bamî, bacanê reş, milûxî hişk kirin. Her wiha  mekdûs, danûk û hemû xwarinên ji bo zivstanê me amede kirin. Kombûna me ya bi hev re pir xweş bû û karê me pir hêsan kir."
 
'Berhemên destê jinê cuda ne, bi xêr û bereket in'
 
Wethayê di dawiyê de wiha got: "Ji bo tevahî malên di gund de, em amadekariya zivistanê dikin. Her wiha ji bo gundên der û dorê JINWAR'ê jî em difiroşin. Berhemên destê jinê cuda ne, bi xêr û bereket in."