Nobeta Demokrasiyê ya Amedê: Li dora berxwedanê bibin xelek

  • 16:49 30 Îlon 2019
  • Rojane
AMED - Nobeta Demokrasiyê ya ku li dijî tayînkirina qeyûman hatî destpêkirin li Amedê bi dirûşm û tilîliyan pêk hat. Di nobetê de parlamenter Salîha Aydenîz, diyar kir ku li dijjî polîtîkayên êrîşê sed sal in berxwedan tê dayîn û dê teqez berxwedana gel bi ser keve. 
 
Nobeta Demokrasiyê ya ku bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatî destpêkirin 43 rojin li Amed, Wan û Mêrdînê bê navber tê lidarxistin. Nobeta îro li Amedê li cadeya Lîsê ya pêşberî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat lidarxistin. Hevşaredar Selçûk Mizrakli, parlementerên HDP’ê, hevşaredar û endamên meclîsê yên 17 bajaran, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA, rêxistinên ciwanan û gelek welatî beşdarî nobeta îro bûn. 
 
Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyat Ceylan, daxuyanî da û got: “Heya ku qeyûm herin em ê berxwedana xwe dewam bikin. Em bang li gel dikin ku li dora vê berxwedanê bibin xelek. HDP’ê kampanya dabû dest pêkirin û eleqeyek mezin ji bo kampanyayê heye.” 
 
43 Roj in berxwedan didome
 
Hevşaredarê HDP’ê yê Colemêrgê Cîhan Kahraman jî, li ser navê hevşaredarên beşdarî nobetê bûn axivî û wiha bilêv kir: “Îro 43 rojin berxwedan dewam dike. Di dîroka berxwedana gelê Kurd de, kevneşopiyeke berxwedanê ya Şêx Saîd û Seyît Riza heye. Vê kevneşopiyê tu carî gav paşve ne avêt. Wê ne avêje. Niha jî em li dijî qeyûman li ber xwe didin û em ê tu carî paşve gav ne avêjin. Qeyûm wê teqez herin.” 
 
'Divê têkoşîna hevpar bê dayîn'
 
Endama Meclîsa HDP’ê Mûkaddes Erdogan Çelik jî, da zanîn ku li dijî vîna gelê Kurd bêtehemuliyek heye û wiha got: “Tayînkirina qeyûm pirsgirêka hemû jin, karker û gelane. Divê li dijî vê têkoşîna hevpar bê bi rêve birin. Ji bo vê yekê em bang dikin.” 
 
'Dê berxwedana bi ser keve'
 
Parlementera HDP’ê ya Amedê Saliha Aydenîz jî, dest nîşan kir ku ew ji bo demokrasiyê ev 43 roj in li qadane û wiha bilêv kir: “Li dijî polîtîkayên êrîşan ên sedsalan berxwedan dewam dike. Yên ku qeyûm tayînî vîna me kirin, bûn sedema kuştina mirovan. Tenê bi wesayîtên zirxî bi dehan mirov kuştin. Gelê Kurd îro bi hev re têkoşîna jiyanê dide û gelên Tirkiyeyê dadikevin qadan û piştgiriyê dide. Ev pir girîng e. Teqez wê berxwedana me bi ser bikeve.” 
 
Piştî axaftinên hatin kirin, 5 deqe çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.