Kongreya Star ji bo qetilkirina jina Dirbêsiyê daxuyanî da

  • 14:54 30 Îlon 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Rêxistina Kongreya Star li Kantona Hesekê,  bi armanca şermezarkirina qetilkirin û tundiya li ser jinan tê meşandin daxuyanî da. 
 
Berî rojekê li navçeya Dirbêsiyê ya girêdayî Kantona Hesekê, jina bi navê D.B 27 salî  ye ji aliyê birayê xwe ve hat qetilkirin. D.B  dayika du zarokan e bû û zewicî bû. Rêxistina Kongreya Star û hemû sazî û dezgehên jinan ên kantonê Meclîsa Edaleta Jinê , Rêxistina Sara,  mala jinê û  endamên Saziya Civaka Sivîl  derbarê bûyerê de daxuyanî dan û qetilkirina jinan şermezar kirin.
 
Daxuyanî ji aliyê Rêvberiya Edaleta Jinê ya Kantona Hesekê Rêjîn Xelef Salih ve hate xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye :
 
"Di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jinan rolek pir girîng leyistin û ji bo azadiya hemû jinan tev digeriyan û wan  birêxistin dikirin. Îro di bin navê adetê civakê de lêdan, qetilkirin û tundî  li dijî jinan tê meşandin. 
 
Hişmendiya baviksalarî  qetilkirina jinan vedike. Em bi awayekî tund  vê yekê şermezar dikin û dibêjin qetilkirina jinan sûcekî  mirovahiyê ye.
 
Em ê wekî rêxistinê jinan li himber tundî û qetilkirina jinan a ji aliyê zihniyeta desthildar ve, asta têkoşînê mezin bikin."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan e jiyanê nekujin " bi dawî bû .