Pero Dundar: Tenê gelê Kurd dikare li dijî zextan bisekine
- 13:59 30 Îlon 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Li Mêrdînê li dijî qeyûman nobeta demokrastiyê di roja 43'emîn de didome. Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar diyar kir ku tenê gelê Kurd dikare li dijî zextan bisekine.
Nobeta Demokrasiyê ya li Mêrdînê ya li dijî qeyûman di roja 43'emîn de didome. Di çalakiya ku li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêk hat de pankarta "Îradeya gel nikare bê xespkirin" hat vekirin. Tevî Parlamenterên HDP'ê Ebru Gunay û Pero Dundar gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Welatiyên ku stran gotin û lîrandin ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Şaxa ÎHD'ê ya Mêrdênî jî piştgirî da çalakiyê.
'Tenê gelê Kurd dikare li dijî zextan bisekine'
Piştî çalakiya rûniştinê parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar got:"Cihê ku zilim lê be em ê berxwedana xwe bidomînin. Ji ber êrîş didomin em li qada ne. Yê ku ev ê li dijî vê êrîşî bisekine gelê Kurd e. Niha tenê me wekî muhalefet mane. Heger em li qadan têkoşîna xwe bidomînin ew ê aliyên demokratîk jî li me binêrin û li ser piya bimînin."
'Em ê li meclîsê van êrîşan bînin ziman'
Pero wiha dewam kir:"Ev îktidara dirûtiyê dike. Heta ku ev zextan bi dawî bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin. Dixwazin tola hilbijartinê ji gel bigirin. Her roj bombeyan dibarînin û ev jî ji bêrîka gel tê derxistin. Sibehê ew ê meclîsê vebe û em ê van êrîşan li meclîsê bînin ziman. Em ê heta dawî destkeftiya xwe ya hevserokatiyê biparêzin. Ew ê têkoşîna me heta dawiyê bidome."
Piştî daxuyaniyê nobet bi dirûşman bi dawî bû.