Dîba Keskîn bi Erdîşiyan re civiya
- 13:32 30 Îlon 2019
- Rojane
WAN - Hevşaredara Erdîşê ya berê Dîba Keskîn bi şêniyên Erdîşê re civiya û got: "'Min vîna gel bi serbilindî temsîl kir."
Hevşaredara navçeya Erdîş a Wanê ya berê Dîba Keskîn ku di 14'ê cotmeha 2015'an de hatibû girtin û piştî 4 salan di heftiya derbas bûyî de hat berdan, bi şêniyên Erdîşê re hatin gel hev.
Dîba di ketina navçeyê de ji aliyê jinan ve hat pêşwazî kirin. Dîba ji ber lêpirsîneke ku berê derbarê wê de hatibû vekirin dest pê kê çû Midûriyeta Polîsan a Navçeyê û îfade da. Dîba piştî îfadeyê bi komek xerebalix re derbasî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bû. Hevserokê HDP’ê yê Wanê Umît Dede, di hevdîtina bi Dîba Keskîn re, diyar kir ku ji bo destkeftiyên Gelê Kurd ji holê rakirin qeyûm tayînê şaredariyan kirin û got: “Wê demê hemû hevşaredarên me girtin. Siyasetmedarên me bedal dan. Dema ku ev bedal dan, tu carî paşve gav ne avêtin.”
Dîba Keskîn jî, anî ziman ku tu tişt ji azadiyê, welatê mirov, hebûna mirov û rûmeta mirov bi qîmetir nîne. Dîba, da zanîn ku hemû têkoşîn û jiyana wan li ser van nirxan hatiye avakirin û wiha bilêv kir: “Li ku derê dibe bila bibe, min vîna gelê me yê teslîmî me kiriye, bi her awayî temsîl kir. Ger rûmet mirov hebe, wê karibe li her derî serbilind be.”