Li Wanê roja 43'emîn: Gelê Kurd wê bi ser keve

  • 13:21 30 Îlon 2019
  • Rojane
WAN - Di Roja 43'emîn a Nobeta Demokrasiyê ku piştî tayînkirina qeyûman a Şaredariyên HDP'ê hat destpêkirin de hat diyarkirin ku Gelê Kurd wê bi ser keve û ev tişt hat gotin: "Serkeftin ya me ye." 
 
Nobeta Demokrasiya ku piştî tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Amed, Wan û Mêrdînê hatin kirin di roja 43'emîn de berdewam dike. Di çalakiya ku li ber avahiya DHP'ê ya Şaredariya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê berdewam kir de parlamenterên HDP'ê Murat Sarisaç, Musa Farîsogullari, hevşaredarên navçeyan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Endamên Meclisa Dayiên Aşti û gelek welatî tevli bûn. Di çalakiyê de parnkarta bi dirûşma "Ne rêveberiya qeyûm rêvberiya gel" hat vekirin û dirûşmên, "Bijî berxwedana Wanê" hatin berzkirin. 
 
Di çalakiya îro ku hat lidarixistin de parlamenterê HDP'ê yê Amedê Musa farîsogullari daxuyanî da û wiha got: "Wê biloka Faşîst nikaribe îradeya Gelê Kurd têk bibe.  AKP-MHP kîjan roja ku îradeya Gelê Kurd bi pêş bikeve, şerek li dijî vê îradeyê daye destpêkirin. Li dijî destkeftiyên rojavayê Kurdistanê amadekariyeke mezin a şer heye. Tecrîda li ser birêz Ocalan berdewam dike. Lê divê bê zanîn ku wê têkoşîna Gelê Kurd bi ser keve."
 
Piştî daxuyaniyê girseya ku dest bi rûniştinê kir helbesta "Kêr di hestî de ye"  xwend. Çalakiya îro bi strana hunermendê nemir Aram Tîgran a "Ay Dîlberê" bi dawî bû.