Li Şehbayê pêwîstiyên dibistanê li zarokan hatin belavkirin

  • 11:23 30 Îlon 2019
  • Rojane
ŞEHBA - Bi vekirina dibistana li Kantona Şehbayê, mamosteyên KPC'ê pêdîviyên zarokan ên  dibistanê pêk anîn û  dilê zarokan hatin xweşkirin. Mamoste û zarokan gotin:"Perwerde ya bi zimanê dayikê girîng e. Em ji zimanê xwe yê dayikê yê Kurdî hez dikin." 
 
Mamosteyên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) li Şehbayê, ji bo pêwîstiyên zarokan ên dibistanê yên wekî çente, lênûsk, pirtûk û pênûs li ser zarokan hatin belavkirin. Tevî zehmetiyan jî zarok xwendina xwe didomînin û bi dilekî kêfxweş berê xwe didin dibistana xwe. Ji bo heman mijarê mamoste û şagirtên dibistanê nêrînên xwe anîn ziman.  
 
'Em ê bixwînin û di xwendina xwe de bi ser bikevin'
 
Zaroka bi navê Hêva Elo  di refa 3'emîn dixwînê, derbarê vekirina dibistanê de kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha got: "Em spasiya mamosteyên xwe dikin ku bi me re dibin alîkar û me fêr dikin. Dîsa em vegeriyan dibistanê, me hevalên xwe dîtin em pir kêfxweş in. Morale min baş e. Em ê bixwînin û di xwendina xwe de bi ser bikevin."  
 
'Em ji zimanê xwe yê dayikê yê Kurdî  hez dikin' 
 
Her wiha zaroka bi navê Edûlê Ibrahîm hestên xwe anî ziman û  wiha got: "Em gelek kêfxweş bûn ku mamosteyên me pêdîviyên me ji bo dibistanê pêk anîn. Gelek tişt ji min re gerek bûn û malbata min jî nikarin van hemû tiştan ji min re bikirin, ji ber em di malê de gelek zarok hene, lê mamosteyên me bi malbatên me re bûn alîkar û pirsgirêkên me çareser kirin. Em ê  bixwînin. Em ji zimanê xwe yê dayikê yê Kurdî hez dikin." 
 
'Divê em li zarokan baldar bin û rûyê wan bi ken bihêlin' 
 
Mamosteya bi navê Narîn Şêxo li ser peydakirina  pêdîviyên zarokan ji bo dibistanê wiha got: "Dibistanên zarokan vebûn, dîsa xweşiya jiyanê vegeriya rengê xwe. Me xwest em alîkariyê bidin malbatên zarokan, ji ber gelek malbat hene xizan in û nikarin pêdiviyên zarokan pêk bînin. Ya din jî me xwest ku pêdiviyên zarokan hemû ji hev bin da ku hemû zarok wekhev bin û bandorê cuda çênebin. Zarok bedewiya jiyanê ne, divê em li wan baldar bin û rûyê wan bi ken bihêlin. Perwerde ya bi zimanê dayikê girîng e. Ji bo xizmeta zimanê dayikê em her di nava hewldanê de ne."