Malbata girtiyê nexweş: Rayedar li benda mirina wî ne
- 11:00 30 Îlon 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Îzzet Turan ê ku yek ji girtiyên bi salan e di girtîehê de dimîne, nexweşiya wî roj bi roj pêş dikeve û rewşa wî ber bi xeterê ve diçe. Xwişka wî Leyla Turan diyar kir ku li gel daxwaznameyên dane jî biryara tehliyeyê ji birayê wê re nehatiye dayîn û ev tişt got: "Wezareta Dadê û rêvberiya girtîgehê li benda mirina wî ne."
Di vê sala dawî de li girtîgehên li Tirkiyeyê û yên herêmê ji 40'î zêdetir girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Li gorî istatistîkên ku ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ve hatine amadekirin li girtîgehan 228 jê nexweşên giran bi giştî 578 girtiyên nexweş hene. Ji van girtiyên nexweşên giran yek jê jî Îzzet Turan ê ku li girtîgeha Tîpa L ya Dîlokê dimîne ye. Îzzet di sala 1997'an de hatiye girtin û li wê derê gelek nexweşî lê peyda bûne. Herî dawî jî Îzzet felca rû derbas kiriye. Xuşka Îzzet Leyla diyar dike ku wan bi caran daxwazname dane Wezareta Dadê lê hemû daxwaznameyên wan bê encam mane. Leyla anî ziman ku hemû organên darazê li benda mirina birayê wê ne.
'Piştî bi dehan nexweşiyan felca rû jî derbas kir'
Leya diyar kir ku ji helîna hestiyan bigire heta bi nexweşiya gurçikan û fitiqa piştê gelek nexweşî ji ber şert û mercên girtîgehê li birayê wê peyda bûne û wiha berdewam kir: "Ji sala 1997'an ve di girtîgehê de ye û beriya wê jî di 14 saliya xwe de hatibû girtin û li girtîgehê mabû. Wê demê hîna nûh nexweşî li laşê wî peyda bibûn. Piştî wê jî cezayê muebetê girt û careke din hat girtin. Piştî wê teşhîsa gelek nexweşiyên di bedena wî de hat kirin. Ji helîna hestiyan bigire heta bi kevirên gurçikan û fetqa sitû, ya piştê û wekî ulsera mîdê gelek nexweşî ji ber şert û mercên girtîgehê li laşê biryê min peyda bûn. Bi salan e di girtîehê de ye û herî dawî jî ku ez çûm serdana wî felca rûh derbas kiribû. Beriya vê me bi dehan caran daxwazname dan Wezareta Dadê. Lê nexweşxaneyeke ku rapor da got "dikare di girtîgehê de bimîne"
'Ji bo hevdîtina vekirî di nav betaniyê de tînin'
Leya got ku rewşa Îzet ji ber muameleya xirab a girtîgehê dijwartir dibe û got ku birayê wê bi kelepçeyê hem dibin revîra girtîgehê û hem jî dibin nexweşxaneyê û muayene dikin. Leyla wiha berdewam kir: "Ji ber ku nikare bimeşe bi dehan caran hevalên wî di nava betaniyê de ew anîne hevdîtina vekirî. Dema ku bavê min ew di wê rewşê de dît ji ser hişê xwe çû. Li gel van hemû nexweşiyan rayedar li benda mirina birayê min in û tu tiştî nakin. Wî bi awayê rêk û pêk nabin nexweşxaneyê jî. Dema rewşa wî giran dibe wî dibin nexweşxaneyê û kelepçekirî muayene dikin. Ji ber ku birayê min vê qebûl nake jî bêyî muayene bikin vedigerînin girtîgehê. Rewşa wî giran e û bi alîkariya hevalên xwe yên girtîgehê li ser piyan dimîne."
'!LI benda mirina birayê min in'
Leya bang li Wezareta Dadê kir û wiha got: "Ez bang li Wezareta Dadê dikim. Li gel ev qesa nexweşî çima hûn wî li girtgehê dihêlin. Me bi caran daxwazname ji wezaretê re şandin. Lê hemû jî bê encam man û kesekî bersîv neda .Birayê min roj bi roj dihele. Salên wî û tendirustiya wî jê girtin û niha jî li benda mirina wî ne. Li gel birayê min bi dehan girtiyên nexweş hene. Bila rayedar tiştekî bikin. Rewşa ku tê de ne ji bilî malbatên wan tu kes nizane. Divê ev rewş bê çareserkirin."