14 kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan

  • 10:49 30 Îlon 2019
  • Rojane
STENBOL - 14 kesên duh di “Nobetta Demokrasiyê” ya li Stenbolê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan. 
 
Wezirê Karê Hundir di 19'e Tebaxê de qeyûm tayinî Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê kirin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî li Amed, Mêrdîn û Wanê çalakiya "Nobeta Demokratiyê" ya li dijî tayînkirina qeyûm li Stenbol û Îzmîrê jî dan dest pê kirin. “Nobeta Demokrasiyê” ya li Stenbolê duh li Qada Bajêr a Komarê hat lidarxistin û polîsan bi awayekê tund êrîşî girseyê kirin. 
 
Polîsan parlementerên HDP’ê derp kirin û 14 kes binçav kiribûn. 14 kesên li Navenda Polîsan a Kiraç dihatin girtin, piştî îfade dan hatin berdan.