Jin dipirsin: NY û LAHEY çima li dijî qirkirina êzidiyan bêdeng in?

  • 09:11 30 Îlon 2019
  • Rojane
Şehrîban Aslan
 
ÊLIH - Xebatên Platfroma Têkoşîna Ji bo Jinên bi Darêzorê Hatine Girtin, didome û endamên platformê der barê qirkirina Êzidiyan ya hat jiyîn de pirsa ‘NY û LAHEY di vê mijarê de çima bêdengin’ pirsîn.
 
Di Tebaxa 2014’an de DAIŞ’ê li hember Şengalê êrîş pêk anî û bi hezaran êzidî hatin qetilkirin, bi hezaran dîl hatin girtin. Piştî komkujiyê, rêxistinên jinan yên cuda ‘Platforma Têkoşîna Ji bo Jinên bi Darê Zorê Hatine Girtin’ ava kirin. Platforma ku xebatên wan didome, ligel meşandina gelek xebatan di rojên borî de li Êlihê, bi sernavê ‘Fermana 73’emîn û Têkoşîna Azadiya Jinên Êzidî’ komxebat pêk anî. Encamnameya komxebatê hîna nehatiye aşkerakirin û endamên platformê der barê komxebatê de axivîn û gotin heta ji destê wan bê wê ji pisgirêkên jinên êzidî re bibin çareserî.
 
‘Me dît ku li dijî hovîtiyê çawa xurt bûne’
 
Endama platformê û Aktîvîsta TJA’yê Gulcîhan Şîmşek diyar kir ku piştî komkujiya 2014’an şûnde platformek ku hunermend, hiqûqnas û rêxistinên jinan têde ava kirine û got hovîtiya hatiye jiyîn di platforma hatiye avakirin de bi jinên êzidî û şahidan re hîn bûne.Me nêzîkatiya DAIŞ’ê ya li hember jinan, ku jin wek mal dîtine, li bazaran hatine firotin dît. Em wek platform li ser van sekinin. Li aliyê din jî me dît ku çawa xurt bûne, çawa meclîsên xwe ava kirine û xwe rêxistin kirine.”
 
Êzidî ji ber kurdbûna xwe hatin qetilkirin
 
Gulcîhanê destnîşan kir ku gelo çima Ewropa li dijî qirkirina êzidiyan bêdeng maye û got Neteweyên Yekbûyî (NY) di çarçoveya peymana xwe de li dijî van tiştên hatine jiyîn bêdeng mane û wiha got: “Ev hemû bûn mijara xebatên me û komxebata ku pêk hat. Jin di encama tecawizan de ducanî mabûn û di mijara ku zarokên tên dinê bên qebûlkirin xebat tên meşandin. Ev hemû pirsgirêkên ku hîna nehatine çareserkirinê ne. Dîsa di alî hiqûqî de pisgirêk nehatine çareserkirin. LAHEY û NY li dijî vê rewşê bêdengin. Êzidî tenê ji ber baweriyê nehatin qetilkirin. Ji ber kurd bûna xwe hatin qetilkirin.”
 
‘Bi qirkirinê re hişyariyek mezin çêbû’
 
Endama platformê parêzer Cemîle Turhalli diyar kir ku platform ji 2015’an de xebatan dimeşîne û her hevdîtina hatiye kirin kirine arşîv û wiha pê de çû: “Komkujiya li ser êdiziyan sûcekî li ber çavan hatiye kirinê ye. Qirkirineke ku di sedsala 21’ê de hatiye kirinê ye. Di vir de dibe ku li ser DAIŞ’ê ev xistin jiyanê lê ya esas hedefgirtina jinan bû. Xwestin li ser jinan serdestiyê ava bikin. Di vir de newekheviya zayendî ya civakî tê dîtin. Jinên êzidî bi awayekî dîtbarî ev jiyan. Lê êzidiyan tercîhek cuda kirin. Bi qirkirinê re hişyaryek mezin jiyan. Di qirkirinên berê de civakê tercîh dikin ku biçin qadên bi ewle. Lê êzidiyan cihên lê dijiyan terk nekirin. Ev bi rastî tiştekî girînge.”
 
Cemîleyê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Êzidî li cihên ku koç kibirûn rastî entegrasyona çandî bûn. Dîsa bûn hedefa kesipkarên mirovan. Du car sê car mexdur bûne. Di hevdîtinand de daxwaza wan ya vegerê derket pêş. Lê divê em herêma wan bikin herêmek biewle û û ji bo vê têbikoşin. Ne tenê li vir, li derveyê welat komxebat hatin kirin. Li Qamişlo hat kirin. Hat gotin ku divê NY der barê komkirina delîlan, daneyên cihên kujer lê ne, goristanên komî, demildest daxuyaniyê bide û rayagiştî ya navneteweyî bikeve tevgerê. Divê xebatên wisa li vir jî bên kirin. Heta ji destê me bê jî em ê jî bibin piştgirî.”