Jinên Efrînê: Pêdîviya me bi dermanên nexweşiyan heye

  • 09:02 30 Îlon 2019
  • Rojane
Tolîn Muhemed
 
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku li Kampa Berxwedanê ya Şehbayê bi cih bûne, derbarê nexweşiyên ku di nava kampê de derdikevin ev tişt gotin: "Li kampan em di konan de dimînin.  Ev kon jî di havînan de germ û di zivistanan de sarin, Ji ber wê  em bi nexweşiyan re rû bi rû dimînin û pêdîviya me bi dermanên nexweşiyan heye."
 
Dema ku demsal diguherin herî zêde ji vê hewaya ku bi guhertina demsalê re diguhere koçberên kampan bi bandor dibin û zerarê dibînin. Li kapma Berxwdanê ya Şehbayê jî bi guhertina demsalê re ku ber bi zivistanê ve diçe nexweşî belav bûne derman jî nayên peydakirin.  Têkildarî mijarê jinên li Kampa Berxwedanê rewşa xwe û zahmetiyên ku dikişînin anîn ziman û gotin: "Em dixwazin ji bo me derman werin peydakirin û pêdiviya me bi dermanan heye." 
 
'Pêdîviyên gel bi dermanan heye'
 
Endama Heyva Sor a Kurd ya kampa berxwedanê, Fadîle Hesen li ser guhartina rewşa hewayê ya bi demsalê re û nexweşiyên ku li kampê belav dibin axivî û got: "Em ber bi demsala zivistanê ve diçin, rewş ji germê vediguhere sermayê. Bi guhertina rewşa hewayê re gelek nexweşiyên wek; jehrîbûn, zikêş, emel û germbûna laş zêde bûne. Nêzî 720 zarok û 430 jin, di hundir kampê de nexweş in. Rojane nêzî 70 kesî tên gel me xwe derman dikin.  Em jî li gor derfetên kêm alîkariyê didin wan. Pêdîviya şêniyên kampê bi dermanan heye."
 
'Germahiya Şehbayê bandorê li ser tendurostiya zarokên me dike'
 
Jina bi navê Fîdan Heyder a ku hatiye gel Heyva Sora Kurd tedawiya xwe bibînê derbarê nexweşiya xwe de wiha dibêjê: "Rewşa hewayê ya şehbayê ne weke ya Efrînê ye. Li Efrînê her der xwezayî û hişnahî bû, nexweşiyên me kêm bûn û derfetên me yên jiyanê jî hebûn. Germahiya şehbayê bandorê li ser zarok û kesên temen mezin dike, ji bo wê jî em dixwazin dermanên nexweşiyên me werin peydakirin û jiyana van zarokn were parastin." 
 
'Ger ku em vegerin cih û warên xwe nexweşiyên me namînin'
 
Jina bi navê Fatima Reşîd ku li Kampa Berxwedanê ya Şehbayê dimînê jî li ser belavbûna nexweşiyan li kampê wiha dibêjê: "Mirovên ku di kampan de dijîn, helbet wê nexweşiyên wan zêdetir bin, ji ber ku konên me di havînan de germ û di zivistanan de sarin em bi nexweşiyan re rû bi rû dimînin. Ger ku em vegerin cih û warên xwe nexweşiyên me namînin û em ê bi jiyanê re kêfxweş bin."