Şandeya jinan serdana xwe berdewam dike

  • 16:46 29 Îlon 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Heyeta jinan a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê li navçeya Koyeyê ya Hewlêrê serdana jinên partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê kir.
 
Heyeta jinan a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li gel rêxistin û saziyên jinan ên Başûrê Kurdistanê de,  li navçeya Koyê ya Hewlêrê serdana jinên di nava Hizba Demokrata Kurdistanê û  Hizba Demokrata Kurdistanê Îranê de kir.
 
Heyeta jinan a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê di serî de li gel jinên Partiya Demokrat a Kurdistanê civiya û piştre çû serdana jinên Partiya Demokrata Kurdistanê Îranê.
 
Di hevdîtinê de bi awayek giştî rewşa jinan û rewşa jinên rojavayê Kurdistanê nîqaş kirin. Herwiha qala lidarxistina 3'emîn konferansa jinan a neteweyî kirin. Jinên herdu aliyan amadebûna xwe ya ji bo piştgiriya konferansê destnîşan kirin. Herwiha eşkere kirin ku amade ne bi her awayî bibin alîkar.
 
Heyeta jinan a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê wê di saet 17.30'an de li Silêmaniyê serdana jinên Yekgirtûya Îslamî jî bike. Herwiha jinanbiryar dane ku sibe di saet 15.00'an de li Hola Tewarî ya Silêmaniyê têkilarî amadekariyên 3'emîn konferansa jinan û rewşa jinên Rojavayê Kurdistanê semînerekê bidin.